Medya Swêdê: DYA girîngiya hêzên Kurd qebûl kir

Medya Swêdê: DYA girîngiya hêzên Kurd qebûl kir

Alîkariya çekan a DYA ji bo hêzên YPG'ê yên li Kobanê, di çapemeniya Swêdê de weke, "DYA fikar û gumanên Tirkiyeyê danî aliyekî û girîngiya hêzên Kurd ên li herêmê qebûl kir" şîrove kir.

Nirxandina herî balkêş a ji aliyê şîrovevanê siyasî yê Televîzyona Dewletê ya Swêdê Bo Inga Andersson ve hat kirin. Andersson got, "DYA di stratejiya xwe ya der heqê Kobanê de guhertineke radîkal kir. Hevkarê DYA Tirkiye red kir ku alîkariyê bide Kurdên li Kobanê şer dikin. Lê niha DYA çekan dide Kurdan." Andersson da xuyakirin ku DYA bi dayîna çekan ji bo YPG'ê re dest ji helwesta xwe ya nêzîkatiya bi guman a li hevkariya Kurdan berdaye, qîmeta dide YPG'ê zêde kiriye û destek daye operasyonên YPG'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê.

Andersson ragihand ku çekdayîna YPG'ê nîşan dide ku DYA di polîtîkaya xwe ya li ser Kurdan de guhertinên girîng kiriye û anî ziman ku helwesta DYA wê hikûmeta Tirk hêrs bike û bixe nava gumanan.

Ev demeke dirêj e tê gotin ku li hemberî êrîşên li dijî Kobanê ya li ser sînorê Tirkiyeyê ye bêdeng e û tê gotin ku eger rêxistina terorê Kobanê bi dest bixe, wê koma herî zalim a terorê bibe cîranê Tirkiyeyê, NATO û Ewropayê.

Tîne ziman ku Tirkiye ya dikarîbû bi hêzên bejahî alîkariyê bide Kurdên li Sûriyeyê, bi tenê lê temaşe kiriye û bersiva neyînî daye daxwaza DYA ya ji bo destekkirina Kobanê.

Andersson da xuyakirin ku Tirkiye bi fikar e çekên ji berxwedêrên Kurd re bên dayîn bikevin destê PKK'ê û got, "Niha DYA fikar û gumanên ewlekariyê yên Tirkiyeyê danî aliyekî û çek da hêzên YPG'ê yên li bajêr şer dikin. Ev yek, di nava vê kaosa trajîk de, dibe ku ji bo Kurdan serketineke mezin bê dîtin."

Andersson diyar kir ku ev helwesta serhişkiyê ya Tirkiyeyê rêveberiya DYA hêrs kiriye, DYA piştî qebûlbûna tezkereya beriya çend hefteya li parlamenta Tirkiyeyê li bendê bû ku artêşa Tirk biçe Sûriyeyê, lê belê Tirkiyeyê hêzên Kurd ên li dijî çeteyên DAIŞ'ê Kobanê diparêzin, bi tenê hiştiye.

Andersson got, "Tirkiye bi guman e ku Kurd bi hêzeke mezin ji nav ê krîzê derkeve. Alîkariya çekan a DYA ji bo Kurdên Sûriyeyê, tê wateya qebûlkirina girîngiya Kurdan a li herêmê." Andersson destnîşan kir ku bi alîkariya çekan re DYA bi awayekî vekirî nîşan daye ku gumana Tirkiyeyê ya li ser destekkirina Kurdan, ne xema wê ye.