Medya DYA: Zarrab li xwe mikur hatiye

Televîzyona NBC a Amerîkayê îdîa kir ku Riza Zarrab bi Dozgeriya Federal a New Yorkê re li hev kiriye û ji girtîgehê derketiye.

Hat ragihandin, Riza Zarrab ê ku Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo berdana wî çi jê tê li DYA dike, li xwe mikur hatiye.

Li gorî nûçeya NBC a Amerîkayê, Zarrab bi dozgerên lêpirsînê re hevkariyê dike. Qenala NBC nûçeya xwe spart du çavkaniyên li ser lêpirsînê agahiya xwe hene. NBC got, "Li ser têkiliya navbera hikumeta Tirkiyeyê û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Mîchael Flynn, dibe ku dozgerî agahiyan ji Zarrab bixwaze."

Di nûçeya NBC de hat ragihandin ku Zarrab ji girtîgehê hatiye derxistin û bi meqama dozgeriyê re dest bi hevdîtinê kiriye û hat gotin, "Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo pêşî li vê rewşê bigire gelekî hewl da bû."

Di dewama nûçeya NBC de hat gotin, "Erdogan sala 2016'an ji Alîkarê Serokê DYA Joe Bîden xwestibû ku doza Zarrab bê betalkirin û Serdozger Preet Bharara yê ku ev lêpirsîn da destpêkirin, ji wezîfeyê bê girtin. Çavkaniyê ku haya xwe ji agahiyên doze heye dibêje, Bîden ev daxwaz red kiriye."