Meclîsa Şêniyên Cîhanê li Tûnisê kom dibin

Meclîsa Şêniyên Cîhanê li Tûnisê kom dibin

Tûnisa ku pêvajoya serhildanên gel a ku weke Bihara Ereban tê binavkirin lê dest pê kir, malovanî ji bo Meclîsa Şêniyên Cîhanê ya di çarçoveya Forûma Civakî ya Cîhanê (FCC) de dike. Tê payin ku vekirina FCC roja 26’ê adarê li paytext Tûnisê bi beşdariya bi hezaran kesî pêk bê.

Komîteya Amadekar a Forûma Civakî ya Cîhanê (FCC) ragihand ku dê vekirina forûmê roja 26’ê adarê li paytext Tûnisê, bi beşdariya bi hezaran kesî ji Qada 14’ê Sibatê bi meşekê dest pê bike.

DI 5 ROJAN DE HEZAR ATOLYE

Forûma civakî dê heta 30’ê adarê berdewam bike û tê payin ku ji 127 welatan 30 hezar beşdar beşdar bibin. Heta niha çar hezar û 525 rêxistinan ji bo bi çalakiyên xwe ve tevil bibin navê xwe tomar kirine. Di 5 rojan de hezar atolye, 70 pêşandanên muzîkal,  100 film û zêdetirê 50 pêşangeh di bernameya FCC’yê de cih digirin.

Bernameya sereke ya forûmê dê di navbera 27-29’ê adarê de li Zanîngeha El Manarê pêk bê. Girtina fermî dê roja 30’ê adarê bi meşa piştgiriya ji bo gelê Filistînê bi dawî bibe.