Meclîsa Leşkerî ya Minbicê mezin dibe: 275 ciwanên din jî tevlî bûn

275 ciwanên ji Minbicê, beşdarî nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn.

275 ciwanên Minbicê, îro dewreya xwe ya bi navê Şehîd Îlyas Ebû Betûş li Akademiya Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla bi dawî kirin. Şervanan di dewreya ku 3 mehan dom kir de perwerdeyên leşkerî û bîrdozî dîtin.

Hevserokê Komîteya Parastinê ya Minbicê Ednan Ebû Emced û Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di merasîma bidawîbûna dewreyê de amade bûn.

Şervanan destpêkê merasîmekî leşkerî lidar xistin. Paştre jî Ednan Ebû Emced axivî û bang li tevahî şervanan kir ku li dijî hewildanên hêzên dixwazin destkeftiyên pêkhateyên herêmê têk bibin têkoşîna xwe xurt bikin.

Piştî axaftin bi dawî bû, şervanan sonda leşkerî xwarin û soz parastina Minbicê û Bakurê Sûriyê dan.

Di dawiya merasîmê de şervanan li ber stranên gelerî govend gerandin.