Meclîsa Jinê ya Roj 9. Kongreya Asayî lidar xist

Meclîsa Jinê ya Roj 9. Kongreya Asayî lidar xist

Meclîsa Jinê ya Roj a li Londonê, 9. kongreya xwe ya asayî lidar xist.

Kongreya ku li Navenda Civaka Kurd a li Haringeyê bi beşdariya 60 jinan pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê destpê kir û bi hilbijartina dîwanê dewam kir.

JI KOBANÊ KONGREYA JINÊ HAT SILAVKIRIN

Li dû axaftina vekirinê ya dîwana kongreyê, Hevseroka PYD'ê Asya Abdûllah ji Kobanê bi rêya telefonê beşdar bû û kongre silav kir. Abdûllah diyar kir ku berxwedana bi lehengî û destketiyên li Rojava di heman demê de destketî û serketina tevahiya jinan û gelê Kurd û destnîşan kir, ku berxwedana Kobanê bi hêz û moral dewam dike. Asya Abdûllah da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê li hemberî hêzên YPG/YPJ'ê windahiyên giran didin û anî ziman ku di dema herî nêz de wê çete ji Kobanê bên qewirandin. Abdûllah herî dawî ragihand, ku divê ruhê berxwedanê yê li Kobanê li rêxistinbûyîna jinê ya li her qadê bê dîtin.

JIN PÊŞENGÊN BERXWEDANÊ NE

Di rojeva pêvajoya siyasî ya kongreyê de, di serî de Rojavayê Kurdistanê bal hat kişandin ser pêşengiya jinê ya li her qadê. 

Di rojeva rêxistinbûyînê de jî hat destnîşankirin, ku divê îdeolojiya azadiya jinê li her qadê bi xurtî bê birêxistinkirin. Li dû xwendina raporên rêxistinî û malî, nîqaş li ser van raporan hatin meşandin. Di nîqaşên li ser rewşa rêxistinî de, li ser hin xalên rêziknameyê nirxandin hatin kirin û hin xal hatin guhertin.

MECLÎSA JINÊ YA JI 35 KESAN HAT HILBIJARTIN

Di rojeva hilbijartinê de jî komîte hatin avakirin û meclîsa jinê ya ji 35 kesan bi hilbijartinê hat diyarkirin. Komîteyên rêxistinkirin, perwerde, malî, têkiliyên derve, civakî, dayikên aştiyê, jinên ciwan û çand û ziman hatin hilbijartin û hat ragihandin ku wê bi rê van komîteyan xebat bên meşandin. Di kongreyê de biryar hat dayîn ku serlêdana endametiyê li Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê bê kirin.

Li dû hilbijartinê jî, kongreya ku tevahiya rojê dewam kir bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Berxwedana Kobanê" bi dawî bû.