Meclisa Jinan ya BDP’ê bang li Federasyona Futbolê kir

Meclisa Jinan ya BDP’ê bang li Federasyona Futbolê kir

Meclisa Jinan a BDP’ê êrîşa li dijî jinan a piştî mîtînga Kadikoyê şermezar kir û got, dewlet ji tundiyê re zemînê ava dike.  Meclisa Jinan bang li Federasyona Futbolê kir û diyar kir ku, Bursaspor bûye sembola nîjadperestî, zayendperestî û tundiyê û got, tiştên pêwîst divê bê kirin.

Meclisa Jinan a BDP’ê bertek nîşanê êrîşa alîgirên Bursasporê ya li dijî jinên ji mîtînga 8’ê Adarê pêk hat dan û daxuyaniyek nivîskî  dan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Wek her sal îsal jî 8’ê Adarê bi coşek mezin hat pîrozkirin. Lê zîhniyeta serdest ya mêr ku tehemulê vê nake li her cihê êrîşê jinan kiriye û di mîtînga 8’ê Adarê ya Stenbolê de jî êrîş kir. zemîna vê dewlet ava dike.

DEWLET HAWIRÊ AVA DIKE

Di daxuyaniyê de wiha hat got: “Li gel hemû qedexeyên dewletê jin daketin qadan.  Di bingeha van qedexeyan de her cureyê tundiyê heye. Mînaka herî berbiçav ya Stenbolê ye. Duh li girseya li qada Kadikoy şîdet şermezarkirin û kuştinên jinan protesto kirin, rastî êrîşa hovane ya holîganên  ku bûne sembola tundiyê ên futbolê. Du heb jê giran 10 hevalên me yên jin birîndar bûne. Polîsan jî mudaxaleyê vê lîncê nekiriye û bûne parçeyekê vê lîncê. Polîsên bi formayên fermî êrîşê birayê endamê Meclisa Partiya BDP’ê Serhat Bîngol, Mucahît Bîngol kirine û îşkence lê kirine.

EV NE MARÎFETÊ YEKEMÎN YÊ BURSASPORÊ YE

Em jin vê êrîşên wek êrîşa holîgan bi nav dikin. Bi vê êrîşa alîgirên Bursasporê, aliyên wan yên nîjadperest derketiye holê. Ev ne marîfetê yekemîn yê Bursasporê ye.  Berê jî êrîşên alîgirên Diyarbakirsporê kiribûn.

JI BO FEDERASYONA FUTBOLÊ BANG

Meclisê ev helwesta polîs û holîganan careke din şermezar kir û  hat gotin ku, dê li dijî van êrîşan jinên ku her tim li qadan bin û daxwazên xwe bînin cih. Her wiha bangli federasyona futbolê hat kirin û hat diyar kirin ku, di vê mijarê de cezayê hewce li Bursasporê bê girîn û heta qulîb bê girtin.