Meclîsa Jinan a HDP'ê: 31'ê Adarê wê bersiv ji Soylû re bê dayin

Meclîsa Jinan a HDP'ê bal kişand ser zimanê zayendîperest û nîjadperest ê Suleyman Soylû û bi bîr xist ku Soylû berdevkiya dijminatiya li Kurdan û jinan dike. Meclîsê diyar kir, 31'ê Adarê wê gel bersivê bide Soylû.

Meclîsa Jinan a HDP'ê li ser nêzîkatiyên zayendîperest û nîjadperest ê Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Wezîrê Karên Hundir ku bi zimanê mafya diaxive, li qada hilbijartinê êrîşî partiya me dike û bi vî rengî hewl dide krîza aboriyê, xizaniyê, nelirêtiyê, diziyê, her wiha rastiya berxwedana grevên birçîbûnê veşêre."

'BERDEVKÊ DIJMINATIYA LI KURDAN'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, kesekî ku kapaîsteya xwe nîne, bi mîsyoneke demkî ji bo Wezareta Karên Hundir hatiye wezîfedarkirin û ti erk û wesfa xwe nîne ku ne siyasetê bike, ne jî wezîrtiyê.

Di dewama daxuyaniya meclîsa jinan de hate gotin, "Bûye yek ji berdevkên polîtîkaya koalîsyona AKP-MHP'ê ya dijberiya li Kurdan û her roj heqaretê li Kurdan, li jinan dike. Propaganda hilbijartinê nake, ew sûcê zayendîperestî û nîjadperestiyê dike."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Soylû ji bo Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan gotibû, 'ew jin' û hate gotin, "Ev kesê dijminê jinan ku daketiye asteke gelekî nimz, bi qasî ku bibêje 'zimanê wan bi jehr e' ji rastiyê ditirse. Em vê tirsa wan di her hilbijartinê de ji rû, gotin û liv û tevgera wan nas dikn."

Meclîsa Jinan a HDP'ê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir, "Biryardariya me ya ji bo têkoşîn û îradeya me ya siyasî, jehrkuja tifaqa AKP-MHP'ê ya dijminatiya li Kurdan û jinan e. Gel wê 31'ê Adarê bersivê bide."