Meclisa Gel ya Demokratîk ya Uppsala 2’mîn Kongreya xwe pêkanî
Meclisa Gel ya Demokratîk ya Uppsala 2’mîn Kongreya xwe pêkanî
Meclisa Gel ya Demokratîk ya Uppsala 2’mîn Kongreya xwe pêkanî
Kurdistaniyên li bajarê Uppsala yê Swêdê jiyan dikin, di dawiya hefteyê de hatin gel hev û 2’mîn Kongreya xwe ya Meclisa Gel ya Demokratîk pêkanîn.
Kongreya ku diyarî 3 jinên Kurd yên siysetmedar yên 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin; Sakîne Cansiz, Leyal Şaylemez û Fîdan Dogan kirin, bi deqîqeyek rêzgirtina li ser giyanê tevayî şehîdên şoreşê yên di Tekoşîna Azadiyê de Jiyana xwe ji dest dayîn destpê kir. Piştî ku di kongreyê de dîwan hate hilbijartin, pêşketinên dawî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê her wiha hevdîtinên aştiyê hatin nirxandin.
Axaftinvana da diyarkirin ku, hevdîtinên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rayedarên Dewleta Tirk hatine destpêkirin, berhemê tekoşîna bibiryar ya gelê Kurd û Tekoşîna Azadiya Kurde, Ocalan di vê pêvajoyê de ferasta aştiyê ava dike. Hate destnîşan kirin ku, du lingên vê pêvajoyê hene, yek siyasî û ya din leşkeriye, ger yekê encam negirt dê ya duwemîn bixin dewrê.
Serhildana gel ya li Rojava û pêşketinên li wir jî yek ji rojevên girîng yên kongreyê bûn. Axaftinvana balkişand ku pêwîste hem di aliyê aborî û hem jî di aliyê manewî de piştgiriyê bidin gelê Rojava. Hate bilêv kirin ku, çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk ku xwestin bikevin Rojava li hember tekoşîna bibiryar ya gelê Kurd neçar man paşde vegerin.
Piştî rapora salekê ya xebatê hate xwendin, hinek Kurdistaniyan mafê axaftinê stand û balkişand ser kêmûkurtiyên jiyan bûne, her wiha ji bo ev kêmûkurtî di demê pêş de neyên jiyan kirin behsa girîngiya rêxistinbûnê kirin. Piştî nîqaşên hatine kirin, komîsyonên rêxistinê, edaletê, ciwana, jinan, têkiliyên civakî, têkiliyên derve, têkiliyên bi saziyan re û çandê biryar hate girtin ku bêna avakirin. 9 komîsyonên ku hatin avakirin 51 kesên xwe bi xwe pêşniyarkirin hatin hilbijartin. Hatîce Konya û Kawa Mêrdîn bi giştî dengdanê bûne Hevserokên Meclisa Gel ya Demokratîk ya Uppsalayê.