Meclîsa Ciwanan a HDK'ê Şervan Muslim bi bîr anî

Meclîsa Ciwanan a HDK'ê Şervan Muslim bi bîr anî

Ji ciwanên HDK’ê ji bo kurê hevserokê PYD Salih Muslim yê bi navê Şervan Muslim ku di rojên derbazbûyî de di encama şerekî de li Rojava jiyana xwe ji dest dabû peyamek weşandin. Di peyamê de; "Em wekî meclîsa ciwanên HDK'ê, em rêhevalê Şervan silav dikin û em carek din dibêjin ku wê hemû cejn di nava demokrasî û aştiyê de derbaz bibin" hat gotin.

Di peyama meclîsa ciwanên Kongreya Demokratîk a Gelan HDK'ê de hate diyar kirin ku, ew Şervan Muslim bi bîrtînin û wiha gotin: "Ji ber ku şoreşa li Rojava, di heman demê de şoreşa ciwanan e jî, ji bo wê Şervan tenê kesek bû di nava bi hezaran ciwanên ku li Rojava di nava têkoşînê de ne."

Di berdewama peyama ciwanên HDK'ê de wiha tê gotin: "Em van êrîşên komên çete ku tevî agirbesta ji aliyê YPG'ê ve di cejnê de hatiye kirin û weke firsend bi kar tînin, em bi kîn şermezar û nelet dikin. Ev êrîşên ku niha li ser Rojava têne meşandin li hemberî azadiya hemû gel û aliyan e. Rojên cejn bi baweriya gelan û azadiya wekhev têne lidarxistin, ji bo wê jî cejna Rojhilata Navîn wê ji Rojava derkeve. Hêzên ku êrîşê ser azadiya gelan dikin, wê li hember têkoşîn û hêza gelan bi ser nekevin û wê di hemû aliyan de wenda bikin."

Di dawiya peyamê de wiha tê gotin: "Bila serê hemû gelên berxwedêr ên li cîhanê bi taybet jî hemû gelên ku li Rojava têkoşîna azadiyê dimeşînin sax be."