Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê: Divê zimanê dijminatiya li Kurdan tê kirin bê terikandin

Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê xwest, dawî li dijminatiya ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê li Kurdan tê kirin bê anîn û destnîşan kir, ku divê zimanê nefret û nîjadperestiyê were terikandin.

Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê xwest, dawî li dijminatiya ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê li Kurdan tê kirin bê anîn û destnîşan kir, ku divê zimanê nefret û nîjadperestiyê were terikandin.

Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz, der barê êrîşên nîjadperestî û faşîst ên li hemberî Kurdan û HDP'ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'BI SÛCDARKIRINA MIROVÊN DENG DANE HDP'Ê RE DESTPÊ KIR'

Tahmaz diyar kir ku polîtîkayên şer ên AKP'ê welêt ber bi karesatê ve dibe û got, "Mirin, bomberdûman, cenaze, qedexe, binpêkirina mafan, bêhiqûqî, gotinên nefretê, nêzîkatiyên cihêkarî û nîjadperestî me ber bi tarîtiyê ve dibin. Ev sê roj in avahiyên HDP'ê rastî êrîşan tên. Tevî Navenda Giştî gelek avahî hatin şewitandin. Kargehên Kurdan tên şewitandin, otobusên navbera bajaran rastî êrîşan tên. Ciwanê li kolanê bi Kurdî axivî hat qetilkirin. Karkerên demsalî ji ber ku Kurd in rastî lînçê tên. Her kes dizane ku ev êrîş ji hev cuda nîne. Ev pêvajo bi sûcdarkirina welatiyên deng dane HDP'ê re destpê kir."

Tahmaz xwest qada siyaset û medyayê zimanê nefretê û cihêkariyê biterikînin û destnîşan kir ku divê pêşî li heyeta HDP'ê ya li ser rêya Cizîrê ye bê vekirin.