Meclîsa Şaredariya Ardenne: Dîktatorê Tirk mîna Hîtler tevdigere

Meclîsa Şaredariya bajarê Ardenne ya Belçîkayê bi pêşnûmeyekê êrîşên dagirkeriyê yên Tirk şermezar kir.

Meclîsa Şaredariya Ardenneyê diyar kir, "Bi navê bajarê Ardenneyê em dagirkirina bakurê Sûriyeyê şermezar dikin ku piraniya şêniyên wê Kurd in."

Di pêşnûmeyê de hate gotin, "Çalakiyeke welê ye ku hiqûqa navneteweyî binpê dike, dişibe nêzîkatiya Hîtler ku Awûstûrya bi ser ve kir û piştre jî Polonya dagir kir ku bi vî rengî Şerê Duyemîn ê Dinyayê dest pê kir. Dîktatorê Tirk jî bi heman rengî tevdigere."

Di pêşnûmeyê de her wiha hate gotin, "Bajarê me bi sempatî nêzî gelê Kurd ê li Bakurê Sûriyeyê dibe."