Meclîs û Senatoya Fransayê bang kirin

Serokwezîrê Fransayê Phîlîppe li Meclîsa Neteweyî axivî û îdîa kir ku ew hewl didin nehêlin ku 'ya herî nebaş' li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê drû bide. Her wiha ji bo Fransa bi biryardarî angajmanê destnîşan bike pêşnûmeyek pêşkêşî Senatoyê hate kirin.

Serokwezîr Edoûard Phîlîppe li Meclîsa Neteweyî bersiv da pirsên lîderê Tevgera Fransayê ya Serî Natewîne (LFI) Jean-Lûc-Melenchon û dubare kir ku divê êrîşên Tirkiyeyê bên rawestandin.

Phîlîppe diyar kir, ku leşkerên Fransayê yên li herêmê dibe ku li dijî êrîşan têrker nebin û destnîşan kir, Tirkiye divê êrîşên xwe bi dawî bike. Phîlîppe hişyar kir ku êrîş hem wê aramiyê têk bibe hem jî bibe sedem ku DAÎŞ ji nû ve çalakiyên terorê bike.

Phîlîppe ragihand ku têkiliya wan a bi nûnerên gelê Kurd re didome û destnîşan kir ku astengkirina windahiyan bingeha hemû hevdîtinên wan ên bi hemû aliyan re ye. Phîlîppe bal kişand ser komkujiyên tên kirin û got, armanca wan astengkirina 'ya herî nebaşe'.

DENGDANA DER BARÊ PÊŞNÛMEYA SENATOYÊ WÊ 22'Ê COTMEHÊ BE

Di pêşnûme biryarekê de jî ku pêşkêşî Senatoya Fransayê hate kirin, tê xwestin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê piştevanî bi hemû însiyatîfên li Ewropayê yan jî li qada navneteweyî bê kirin. Li gorî pêşnûmeyê divê Fransa di vê mijarê de bi biryardarî angajmanê destnîşan bike. Pêşnûme ji aliyê senatorên Partiya Komarger û Partiya Sosyalîst ve hate amadekirin.
Di beşa hincetê ya pêşnûme biryarê de pêwîstiya lezgîn a ji bo parastina sivîlan tê bibîrxistin û tê gotin ku divê bi rengekî bê astengî alîkariyên însanî bigihêjin xaka Sûriyeyê.

Di pêşnûmeyê de her wiha tê xwestin ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê bên parastin.

Dengdana der barê pêşnûmeyê wê di 22'ê Cotmehê de li Senatoyê bê kirin.