Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê (MDDP) qetilkirina sê siaysetmedarên Kurd ku li Parîsa paytexta Franseyê pêk hat şermzar kir û got: “Li ser navê gelên Asurî/Suryanî/Keldanî; em bi hêrseke mezin vê komkujiya li dijî sê siyasetmedarên hêja jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pêk hat şermezar dikin.”
MDDP’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rola Sakîne Cansiz di têkoşîna PKK’ê de û ji tevgera azadiya Kurdistanê re sersaxî xwest.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke gelên heman erdnîgariyê, bi nirxa ku heval Sakîne Cansiz dida gelên Asurî/Suryanî/Keldaniyan û hişmendiya çarenûsa hevpar a gelên me tevdigerin û em weke partî çalakiyên li hemberî vê yekê ji bo xwe weke wezîfeyekê dibînin.”
Hêzên tarî yên ku ev komkujî pêk anîne; ji tirsa pesrpektîfa paradîgmaya demokratîk a ku ji aliyê Birêz Ocalan ve hate pêşxistin, tevgera jina azad û xeta azadîxwaz a PKK’ê dixwazin komkujiyan pêk bînin. Ev hêzên tarî bi xwe jî dizanin ku ev komkujî ne çareserî ne. Ger bibûya çareserî, bi Birêz Ocalan re diyalog çênedibû. Ger xwediyên vê diyalogê ji bo bêdengkirina çekan ji dil bin? Ji her kesê zêdetir divê ew berpirsên komkujiyê peyda bikin. Lê gava me li daxuyaniyên bi navê AKP’ê dinêrin tişteke cûda derdikeve holê.
Daxwaza me ji hukûmeta Franseyê ew e ku demek beriya demekê kes an jî hêzên komkujî kirine aşkere bike.
Careke din em her sê hevalan bi rêzdarî bi bîr tînin, yên ku komkujî kirine şermezar dikin û neletê li wan dibarînin.”