McGûrk: Tirkiye nikare bikeve şûna DYE'yê, ev ne realîst e!

Nûnerê taybet ê berê yê DYE'yê yê li nava Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê Brett McGûrk diyar kir ku planeke Washîngtonê ya piştî vekişînê li ser Sûriyeyê nîne û ji bo alternatîfa Tirkiyeyê jî got, "realîst nîne."

Brett McGûrk ku piştî biryara Serokê DYE'yê Donald Trûmp a ji bo vekişîna ji Sûriyeyê îstifa kir, piştî êrîşa li Minbicê ku 19 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 4 jê leşkerên Emerîkî bûn, ji qenala CBS re axivî.

McGûrk biryara vekişînê nirxand û got, "Planek ji bo piştî vekişînê nîne." McGûrk diyar kir, vê yekê rîskên li ser leşkerên Emerîkî yên li herêmê zêde kiriye.

Piştî ku Donald Trûmp biryar da 1 hezar leşkerên Emerîkî yên li herêmê vekişîne, Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Jîm Mattîs jî ji wezîfeya xwe îstifa kiribû. Ji ber zêdebûna nerazîbûnan, rayedarên payebilind li ser biryara Washîngtonê ya ji bo vekişînê daxuyaniyên ku hev nagirin dan. Lê belê Pentagonê ragihand ku vekişîna leşkeran dest pê kiriye, lê eşkere nekir ku pêvajoya vekişînê çiqasî dewam bike.

McGûrk got, "Serok (Trûmp) vekirî axivî, got 'em diçin'. Ev yek jî tê wê wateyê ku wezîfeyeke vekirî ya yekîneyên me hene: vekişîn, vekişîna bi rengekî ewle."

McGûrk got, "Niha planeke me nîne" û wiha dewam kir: "Ev yek rîska li ser mirovên me yên li Sûriyeyê zêde dike û wê dorê li Dewleta Îslamê fireh bike."

TIRKIYE NE CIHÊ BAWERIYÊ YE

Nûnerê taybet ê berê McGûrk diyar kir ku Tirkiye ne hevalbendekî welê ye ku karibe şûna Washîngtonê dagire û got, "Ev yek realîst nîne."

McGûrk ragihand, zehmet e ku ji aliyekî ve tu xwe vekişîne û li aliyê din hewl bide bi koalîsyoneke din şûna xwe li wir dagire û got, "Ev plan ne ya bicihanînê ye."

McGûrk, 18'ê Çileyê daxuyaniyek dabû rojnameya Washîngton Postê û gotibû, Tirkiye ne xwedî derfetên leşkerî ye ku karibe bi tena serê xwe bi roleke wiha rabe.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp ji bo sedema biryara xwe vekişînê gotibû, ew dixwazin rolê bidin Tirkiyeyê. Lê belê McGûrk û gelek pisporên din dibêjin, ev alternatîf cihê fikaran e.

McGûrk beriya niha di daxuyaniyeke xwe de ragihandibû ku vekişîn wê rejîma Beşar El Esad xurt bike û bandora DYE'yê ya li ser Îran û Rûsyayê kêm bike.