Mazlûm-Der: Em ne li gel Ozgur-Der'ê li cem gelê Kurd in

Mazlûm-Der: Em ne li gel Ozgur-Der'ê li cem gelê Kurd in

Mazlûm-Der Şaxê Wanê ku ji ber tevlî civîna çapemeniyê ya Ozgur-Der a piştgiriyê dide çeteên El Nûsra bû, hat rexnekirin daxuyaniyek da û got, "Em ne li cihê Ozgur-Derê disekinin. Em her tim li cem gelê Kurd ê mazlûm sekinîn. Tiştê El Nûsra li Rojava dike hovîtî ye, mirovkujî ye."

Li hemberî Şaxê Ozgur-Der a Wanê, ji ber piştgirî dide eniya El Nûsra ya Kurdan dikuje, çend roj berê çalakiyeke bi molotof kokteylan hatibû kirin. Piştî çalakiyekê, komekê bi tekbîran daxuyaniyek dabû çapemeniyê. Mazlûm-Der şaxê Wanê jî piştî dabû daxuyaniyê. Serokê Mazlûm-Der şaxê Wanê Yakûp Aslan der heqê vê helwesta xwe ya rastî nerazîbûnan hat, daxuyaniyek da.

Aslan diyar kir ku ew daxuyaniya piştgiriyê dide El Nûsra, ji aliyê Mazlûm-Derê ve nehatiye kirin û ji ber ku êrîşa bi molotofan rast nedîtine tevlî daxuyaniyê bûne û îdîa kir ku bûyer hatiye berovacîkirin. Aslan da xuyakirin ku helwesta Mazlûm-Derê ya li ser Rojava zelal e, her tim li cem gelê Kurd e û got, "Ya El Nûsra li Rojava kiriye, hovîtî ye, mirovkujî ye. El Nûsra bi temamî ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve tê rêvebirin."

EM BI OZGUR-DER'Ê RE NE LI HEMAN CIHÎ NE
Aslan di dewama axaftina xwe de got, "Weke Mazlûm-Der, ji ber ku me destek daye gelê Kurd, ev sal û nîveke Artêşa Azad û El Nûsra der heqê me de kampaya reşkirinê dimeşînin. Sekna me ya di vî warî de zelal e. Em ti carî li cem deshilatdaran û konsepta tinekirinê cih negirt. Ji ber vê yekê em rastî gelek rexneyan hatin, lê em ji vê venegeriyan. Mora me ya li daxuyaniya çapemeniyê, li dijî molotofkirinê bû. Em tundiyên bi vî rengî yên li dijî rêxistinên civakî yên sivîl rast nabînin. Lê em bi ti awayî bi Ozgur-Derê re li heman cihî nasekinin. Em êrîşên li dijî Kurdan rast nabînin û şermezar dikin. Emê di rojên pêş de daxuyaniyeke çapemeniyê ya berfireh bidin û raya giştî agahdar bikin."