May nebe hevkarê sûcê Erdogan!
Kampanyaya Piştgiriya Kurditanê bi daxuyaniya li Parlemetoya Îngîlîstanê kirî, nerazîbûn nîşanî Serokwezîrê Îngîltere Theresa May ê ku Erdogan kir mêhvan û bi daxuyaniyên dayî heqaret li Kurdan kir, hate kirin.
Kampanyaya Piştgiriya Kurditanê bi daxuyaniya li Parlemetoya Îngîlîstanê kirî, nerazîbûn nîşanî Serokwezîrê Îngîltere Theresa May ê ku Erdogan kir mêhvan û bi daxuyaniyên dayî heqaret li Kurdan kir, hate kirin.
Li gorî nûçeya Yenî Ozgur Polîtîka, PUK, Meclîsa Jinan a Roj, Meclîsa Gelê Kurd, Ciwanên Azad UK û Rêveberên Kampanyaya Aştiyê ya Kurdistanê tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya duh li Parlemetoya Îngîltereyê hatibû lidarxistin bibûn. Piştî xwendina metna çapemeniyê ya ku têkildarî serlêdana Erdogan a ji bo Îngîltereyê ya ku nerazîbûnên xwe anîbû ziman û şûnde li ser navê Kampanyaya Piştgiriya Kurditanê Mark Campbell axivî. Bampbell bal kişand ser protestoyên li pêşiy avahiya serokwezîrtiyê û got: “Dixwazin Kurdan kirîmînalîze bikin. Polîsn heqaret li Kurdan dike û bê sebe 11 hevalên me destgîrkirin. Polîs bi temamî li pey provakasyoan bû.”
Campbell ê ku nerazîbûn nîşanî gotinên Serokwezîr Theresa May ê Kurdan weke ‘Terorîst’ pênase dike kir û got: “Tirkiye her demê Kurdan weke ‘Terorîst’ dibîne, Serokwezîrê Îngîltere jî dibe hevkarê v ê. Em daxuyaniyê May ê li dijî Kurdan bi tundî şermezar dikin. Ez ji welatê xwe şerm dikim. Em ê piştgiriya xwe bidomînin.”
Ji Kampanyaya Aştiyê ya Kurdistanê Melanîe Gîngel jî têkildarî hevdîtinên Erdogna-May got: “Roja ku Erdogan heta protestokirin û kirîmînalîzekirina Kurdan li ber çav bû. Erdogan ji May hêzê digire, ketiye nava hewldanên ku dagirkeriya xwe ya li Efrînê weke ku heq derbixe.
Hevserokê Meclîsa Gel a Londra Îbrahîm Yahlî jî nerazîbûn nîşan da û got: “Theresa May bi gotinên xwe yên nîşatperest rê ji komên Tirk ên li Îngîltere re vedike ku êrîşên nîşatperest li dijî Kurdan bike.”
ÇI BIBÛ?
Serokwezîrê Îngîltereyê Theresa May 15’ê Gulanê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ê ji bo 3 rojan serdana Îngîltereyê kiribû re civiya. Li pêşiya avahiya serokwezîrtiyê tevahiya rojê xwepêşandan û protesto hatin lidarxistin. Polîsên ku serî li şidetê dan gelek kes destgîr kirin. May ê li gel Erdogan daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê heqaret li Kurdan kiribû û gotina; “Kurd zextê li demokrasiyê dike.” bi xwe re nerazîbûnên mezin anî.Erdogan jî anîbû ziman ku lîsteya PKK’yiyên li Îngîltereyê radestî May kiriye û daxwaza radestkirinê jê kiriye.