Dayikên Şemiyê bi salan e ji bo eşkerekirina aqûbeta kes û xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û failên wan bên cezakirin, têdikoşin. Her wiha Dayikên Şemiyê di bin dorpêça dewletê ya kêfî de amadekariya çalakiya hefteya 1000'emîn ya li Qada Galatasarayê dikin.
Tevî biryarên binpêkirina mafan ên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî Dayikên Şemiyê ku hemû caran li Qada Galatasarayê bi êşkenceyê re rû bi rû dimînin û tên binçavkirin. Her wiha astengiyên daxuyanîdayinê bi têkoşîna Dayikên Şemiyê ya bibiryar ji holê rabûbe jî vê vê carê jî sînordarkirina hejmarê ya keyfî hate danîn. Masîde Ocak a xwişka Hasan Ocak ê ku di bin çavan de hate windakirin, ji ANF'ê re axivî û got ku heya bêgorî û bêedaletî bi dawî dibe, em ê têbikoşin.
EW ROJA KU NAYÊ JIBÎRKIRIN…
Roja 21'ê Adara 1995'an ku di wê rojê de birayê Masîdeyê Hasan Ocak di bin çavan de hate windakirin. Roja 21'ê Adara 1995'an ji bo Masîde Ocak û malbata wê bû destpêka têkoşîneke dûr û dirêj. Piştî wê rojê hemû jiyana Masîdeyê û malbata wê guherî. Masîde Ocakê wiha qala wê roja ku nayê jibîrkirin, kir: ‘’ Birayê min Hasan mamoste bû. Ji ber ku nehatibû tayînkirin li Beyazitê di kargehekê de çayxaneya wî hebû. Her roj di saet 05.30’an de radibû û diçû karê xwe. Roja 21’ê Adarê li dayika min geriyaye û jê re gotiye ku ew ê êvarê masiyan bîne. Wê rojê rojbûna xwişka min Ayselê bû. Dayika min jê re xwarin amade kiribû. Wê rojê em heya şev derengî jî li benda Hasan man, lê belê nehat.’’
‘TEVÎ ŞAHIDAN JÎ HATE ÎNKARKIRIN KU DI BIN ÇAVAN DE YE’
Masîde Ocak destnîşan kir ku wan fêm kiriye ku wê şevê hin tiştên ecêb diqewinin û got: ‘’ Destpêkê me li nexweşxaneyan nêrî û roja din em li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê geriyan. Di 30’ê Nîsana 1995’an de me cara ewil ji raya giştî re ragihand ku em tu agahiyan ji Hasan wernagirin.girtiye. Tevî şahidan jî ji aliyê Wezîrê Karên Hundirîn ê wê demê Nahît Menteşe, Waliyê Stenbolê Hayrî Kozakçioglu, Midûrê Giştî yê Polîsan Mehmet Agar û Midûrê Polîsan ê Stenbolê Necdet Menzîr ve hate înkarkirin ku Hsan di bin çavan de ye.’’
ŞOPÊN BINÇAVKIRINÊ
Masîde Ocak anî ziman ku wan piştî lêgerîna 58 rojan a bi israr cenazeyê birayê xwe ku li ser şopên êşkenceya giran hebûn, li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê dîtiye. Masîdeyê destnîşan kir ku dema birayê wê Hasan hate dîtin, têkildarî cihê bûyerê zabitname hatiye girtin û di wê zabitnameyê de agahiyên weke ku li ser cenazeyê Hasan nasname, kemer, saet benikê solan nehatine dîtin û li ser tiliyên wî lekeyên hibrê hebûne, hebûn.
‘HASAN JI BO ME HEMÛYAN PIŞTEVAN BÛ’
Masîde Ocakê destnîşan kir ku ji wê rojê heya niha ew ji bo birayê xwe li ber xwe dide û got:’’ Hasan ji bo me hemûyan piştevan bû. Bira û hevalê me bû. Li mala me şer nîqaş çênedibûn, li mala me hemû caran dengê tembûra Hasanî û stranên ku me digot, bilind dibû. Em malbateke wisa bûn. Em hêvî dikin ku hemû kesên hatine windakirin, werin dîtin û edalet pêk were. Ger ew bêcezabûn û bêgorî bi dawî bibe, wê şîna me jî bi dawî bibe. Bêgorî û bêedaletî jiyana me diyar dike. Ji ber bêgorî û bêcezabûnê em li vir in. Heya ew yek bi dawî nebin û edalet pêk neyê, em ê têkoşîna xwe bidomînin.’’
‘EM Ê ÇALAKIYA XWE YA HEFTEYA 1000’EMÎN BÊYÎ DORPÊÇÊ Û SINORDARKIRINA HEJMARÊ PÊK BÎNIN’
Masîde Ocakê destnîşan kir ku ew dixwazin çalakiya xwe ya hefteya 1000’emîn tevî her du biryarên AYM’yê bêyî dorpêça polîsan û sinordarkirina 10 kesan, pêk bînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘’Em hatine qonaxeke wisa ku em bang li dewletê dikin ku li gorî yasayan tevbigerin. Em dixwazin weke çalakiya xwe ya hefteya 699’emîn bêyî dorpêçkirina polîsan û sînordarkirina 10 kesan çalakiya xwe pêk bînin. Ji ber sînordarkirina 10 kesan gelek malbat nikarin wêneyên windayên xwe li wir hilgirin. Dibêjin tenê 10 kes dikarin aqûbeta xizmên xwe bipirsin, yên din nikarin.Ev yek me gelekî giran e. Em ji vê yekê aciz in û em dixwazin hemû malbatên windayan li Qada Galatasarayê werin li ba hev û wêneyên xwe hilgirin.’’