Manşeta Der Spiegel: Ketina Kobanê rezaleta DYA û YE’yê ye

Manşeta Der Spiegel: Ketina Kobanê rezaleta DYA û YE’yê ye

Kovara navdar a nûçeyan a Elman Der Spiepel di malpera xwe de,  dram û bûyerên li Kobanê diqewimin bi manşeta “Rezaleta Kobanê” weşand. Kovara Elman, temaşevaniya cîhanê ya li hemberî rewşa Kobanê rexne kir û ev şîrove kir: “Ger Kobanê bikeve, ev yek rezaleta Tirkiye, DYA û YE’yê ye."

Çapemeniya Ewropayê di rojeva xwe de ragihand ku raya giştî ya cîhanê li hemberî rewşa Kobanê bê deng e û welatên rojava rexne kir. Malpera kovara Der Spiegel “Spiegel Online” ku bi awayeke zêde tê xwendin, îro êrîşên li ser Kobanê kir manşet.

Kovara Der Spiegel da nivîsand ku raya giştî ya cîhanê li hemberî drama mirovahiyê ya li Kobanê bê deng dimîne û got: "Cîhan bi awayeke zindî temaşeyê ketina Kobanê dike. Li ser sînorê Tirkiyeyê, bi sedan rojnamevan saet bi saet ketina DAIŞ’ê ya ber bi hundirê Kobanê ve radigihînin."

'DAIŞ HÊZA XWE JI BÊDENGIYA CÎHANÊ DIGIRE'

Kovarê di nûçeya xwe de nivîsand ku terorîstên DAIŞ’ê hêza xwe ji bêdengiya cîhanê digire û diyar kir ku dîmenên alên DAIŞ’ê yên ku li her bajarekî tên çikandin, bi awayeke zindî tê weşandin û ev yek jî dibe propagandaya DAIŞ’ê. Kovarê bal kişand ku Enqere, Washington û Bruksel, ji bo Kobanê tu tiştekê nake û wiha nivîsand:

"DYA’yê li Iraqê ji ber Xrîstiyan û Êzidiyan mudaxeleyê DAIŞ’ê kir. Îro Kurd û Misilman di hedefê de ne, lê wisa dixuyê ku dema Misilman bên qetilkirin, DYA tu tiştekî nake. Beşek mezin ji Yekitiya Ewropayê jî wiha ye. Elmanya amûrên kevin ên leşkerî ji Pêşmergeyan re şandin. PKK û YPG’ya ku li dijî DAIŞ’ê pir serkeftî ne tu alîkarî negirtine.

Heta ku Enqereyê ji DAIŞ’ê re got rêxistina terorê, gelek meh derbas bûn. Tirkiye niha dixwaze rewşa Kobanê ji xwe re bike firsend û herêmeke tempon ava bike. Ger Kobanê bikeve, ev yek rezaleta Tirkiye, DYA û YE’yê ye. Qûrbanên vê yekê jî dê Kurdên li herêmê dijîn bin. Çekên wan kêm in û hatine dorpêçkirin.  Ev bi hefteyane li wir rojnamevan û siyasetmedar banga alîkariyê dikin. "