BI DÎMEN

Mamosteyên li Edeneyê ji ya xwe venagerin: Dibêjin 'NA'

Mamosteyên li Edeneyê ji kar hatin derxistin gotin, ew ê ji zilmê re bêjin 'NA'. Mamosteyan destnîşan kirin, u ew ê têkoşîna xwe xurtir bikin.

Dûygû Şahlar û Haci Aydemîr ku çend ji hezaran mamosteyên ji aliyê AKP û rejîma Qesrê ve ji kar hatine derxistin, ji bo di referandûmê de dengê 'NA' bi ser bikeve, di nava hewldaneke berfireh de ne. Her du mamosteyên li Edeneyê ne, dan xuyakirin ku ew ê ji rêya xwe venegerin, têkoşîna xwe xurtir bikin û bêjin 'NA'.

ŞAHLAR: TÊKOŞÎNA ME WÊ HETA DAWIYÊ BIDOME

Dûygû Şahlar, ku li Antakyayê weke mamosteya beriya dibistanê kar dikir û roja 29'ê Cotmehê ji kar hat derxistin, diyar kir ku piştî derxistina ji kar ew hê bi rengekî çalak tevlî têkoşîna demokrasiyê bûye. Şahlar anî ziman, ew ê rejîma şexsekî ya ku hikumeta AKP'ê ferz dike qebûl nekin û got, "Dengê 'erê' wê bi ser nekeve. Lê belê 'NA' jî wê têrê neke. Têkoşîn wê bidome. Piştî ku dengê 'NA' bi ser ket divê têkoşîn dewam bike û mezintir bibe."

Şahlar destnîşan kir, ku bi têkoşîna hevpar a civakê re ew dikarin vê tirs û xofa ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye belavkirin têk bibin û ragihand, ew ê rêyekê bibînin ji bo ji nava vê tengavî û kaosê derkevin.

Şahlar got, "Em ê carekê bi ser bikevin, lê belê em ê xweş bi ser bikevin" û diyar kir, têkoşîna wan wê mezintir bibe û civak hemû wê xwedî li vê têkoşînê derkeve.

AYDEMÎR: EM Ê JI KESÊ WELAT XISTINE NAVA ŞER, JI ZALIMAN RE NEBÊJIN 'ERÊ'

Haci Aydemîr jî anî ziman, ku nîvê şevê bêyî ku zanibe ka bi çi tê sûcdarkirin ji kar hatiye derxistin û diyar kir, ji aliyê aborî ve ew tengav bûne û pirsgirêkên cidî derketine pêşiya wan.

Aydemîr ragihand, li hemberî zilma li wan hatiye kirin ew ê ji ya xwe venegere û di referandûmê de dengê 'NA' bide. Aydemîr ji bo sedemên dayîna dengê 'NA' jî got, "Zilm hat kirin, bêguneh em ji kar hatin derxistin, ji aliyê aborî ve rewşeke têkçûyî heye, zext û îşkence di asta herî bilind de ye, şer bandorê li gelemperiya welêt dike. Yên ku van hemûyan dikin, niha jî radibin ji dayîna dengê 'erê' li ser me ferz dikin. Bêguman em ê vê qebûl nekin û em ê li ber xwe bidin."

Aydemîr destnîşan kir, ku hem hempîşeyên wî hem jî mirovên ji beşên cuda yên civakê wê bêjin 'NA'.