Malpera Serokwezaretiyê hat têkbirin
Malpera Serokwezaretiyê hat têkbirin
Malpera Serokwezaretiyê hat têkbirin
Malpera Serokwezaretiya Tirkiyê, ji aliyê koma aktîvîstên sîber a global Anoymous ve hat hilweşandin.
Koma hacker a global Anonymous, bi piştgiriya Artêşa Elektronîk a Sûriyê, di çarçoveya operasyona “#OpTurkey” de êrişî malbera "basbakanlik.gov.tr. kir. Ji saet 11.50 û pê ve ketina malperê asê bûbû.
Li gorî nûçeya di malpera bi navê Ehackingnews de, koma Anonymous di êrişa xwe ya li dijî server a Serokwezaretiyê de bi ser ketiye û xwe gihandiye daneyên malperê. Li gorî nûçeya malperê, Anonymous ev daxuyanî da: "Berxwedana Gezî ya Tirk, yek ji serhildanên herî rûmetdar ên civakî yên dema dawî ye. Gelê Tirk ê demeke dirêje bindestê rejîmeke xurt e, bi jin, zarok, ciwan, kal û pîran êdî şiyar bû. Tirsê cih guherand: Gelê Tirk natirse, zextdar ditirsin. Gelê Tirk weke mirovên azad potansiyelên xwe bikar tînin û giyana xwe paqij dike."
Anonymous da xuyakirin ku wan navnîşanên e-mail, passwort û nûmarayên telefonan bi dest xistine. Anonymous ev deskevtî ji raya giştî re eşkere nekir, lê Artêşa Elektronîk a Sûriyê 60 e-mail bi passwortên wan re, ji raya giştî re eşkere kir.