Maliyeta şer li Sûriyê: 1,5 trîlyon dolar
Maliyeta şer li Sûriyê: 1,5 trîlyon dolar
Maliyeta şer li Sûriyê: 1,5 trîlyon dolar
Li gorî rojnameya El Watan ku li Sûriyê nêzî hikûmetê tê dîtin, maliyeta şerê sal û nîvan li welêt 1,5 trîlyon dolar derbas kiriye.
Di lêkolîna pisporê emlaqê Ammar Yusuf de hat ragihandin ku şer li Sûriyê rê li ber zerara 1 trîlyon û 573 milyar dolarî vekiriye.
1,5 MILYON XANÎ HILWEŞIYAN
Di encama bombebaran, pevçûn û sabotajan de, di nava du sal û nîvan de 1,5 milyon xanî yan temamî yan jî beşek jê hilweşiyan. Di lêkolînê de tê destnîşankirin ku binesaziya welêt zerareke mezin dîtiye.
PÊWISTÎ BI 400 MILYON METREKUP BETON'Ê HEYE
Li gorî pispor Yusuf, eger îro dest bi jinûve avakirinê bê kirin, dê maliyeteke ji 73 milyar dolarî çê bibe. Pêwistiya welêt li 30 qadên pişeyî bi 15 hezar kamyon û 10 hezar maşînên beton dişkîne heye. Her weha pêwistî bi 10 hezar şantiyeyan heye. Ji bo jinûve avakirinê pêwistî bi 400 milyon metrekup Beton û 30 milyon ton hesin heye. Tevî vê yekê, divê herî kêm 6 milyon karker li van şantiyeyan bixebitin.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji Adara sala 2011'an û vir ve di pevçûnan de zêdeyî 110 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane, ji welatê 22 milyon nifûsî nîvê wan zarok 2 milyon kes ketin rewşa penaberiyê. 4,5 milyon kes jî neçarî koçberiya navxweyî hatin.