Malbatên girtiyên nexweş: PKK’ê dîl berdan, bila dewlet jî berde

Malbatên girtiyên nexweş: PKK’ê dîl berdan, bila dewlet jî berde

Malbatên girtiyan diyar kirin ku, ji bo ku di nîqaşên ‘çareseriyê de’ bi AKP’ê bawer bikin divê xizmên wan bên berdan. Malbatan wiha got: “PKK’ê dîlên di destê xwe de berdan. Xizmên me ligel ku nexweşên giranin nayên berdan.”

Bi hevdîtinên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên kirin re, nîqaşên ‘çareseriyê’ tên kirin û di rojeva malbatên girtiyên Kurde ye jî. Malbatên girtiyan diyar kirin ku, dema wan ya ku wenda bikin tuneye û gotin bila demildest bên berdan.

Malbatên girtiyan yên ji ANF’ê re axivîn gotin; Ji bo em bi pêvajoya çareseriyê bawer bikin, divê xizmên me bên berdan.

22 SALE GIRTIYE, NEXWEŞÊ DU CUREYÊ PENCEŞÊRÊ YE

Avnî Uçar li girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê dimîne. 22 sale girtiye û ji 2004’an heta niha nexweşe.

Dayika Uçar, Azîze Uçar da zanîn ku, ligel ku bi dehan carî rapora ku ‘nikare li girtîgehê bimîne’ hatiye dayîn jî nehatiye berdan. Azîze Uçar bertek nîşanê vê da û got: “Gurçika rastê ya kurê min di 2006’an de hat girtin. Di gurçika wî din de jî bi rêjeyeke bilind tumur û penceşêr têde heye. Her wiha di 2011’an de de parçe jê hate girtin.  Kurê min ligel ku bi du cureyê penceşêrê re têdikoşe, hêj li girtîgehê ye. Hefteyê 3 caran dibin nexweşxaneyê. Nexweşxaneya Sêrtê gotiye, rewşa wî pir girane em dikarin raporê bidinê lê encamek jê nehat girtin.

Azîze Uçar got, herî dawî meha borî bi kurê xwe re hevdîtin kiriye û kurê wê wiha gotiye;  “Divê ji zûde ez bihatama berdan. Lê girêdayê pêvajoyê ye.  Ger bi êrînî pêşve biçe dibe ku îhtîmalek çê bibe; hewcedarî bi  heyeta tenduristiya Tipa Edliyê nemîne. Lê em dizanin rewş siyasiye.”

PKK’Ê BERDA BILA DEWLET JÎ BERDE

Uçar got PKK’ê dîlên di destê xwe de berda û got: “PKK 8 dîl berdan. Lê zarokên me nayên berdan. Rayagitşî her tim dîlên di destê PKK’ê de anîn rojevê. Dikarîbû bi wan re girtiyên nexweş bihatana berdan. Ji bo em bi AKP’ê bawer bikin divê girtiyên nexweş bên tahliyekirin.”

Uçar bang li rayagitşî kir û berteka rayagitşî çareseriyê pêk tîne ûgot: “Kurê min sirgunê Îzmîrê kirin. Lê liser hewldana ÎHD,ÇHD, TÎHV dîsa anîn Sêrtê. Ji ber vê dema ku deng bilind bibe hinek tişt diguherin.”

REWŞA WÎ XERABE, LÎNGÊ WÎ KIN BÛYE…

Selahattîn Aytek jî li Girtîgeha Tîpa E ya Muşê dimîne. Ji ling û pişta xwe nerehete. Lingekî wî kin dibe.

Hevjîna Aytek, Guler Aytek wiha got: “Me roja Çarşemê dît. Rewşa wî her diçe xerab dibe.  Ji bo dermankirinê  sewqî Elezîzê kiribû. Nexweşiya wî hêj nehatiye tespîtkirin. Bi salan li girtîgehê tedawî  nedît.  Di lîng û pişta wî de nerehetî heye. Mîdeya wî ulsere. Her tim êşbiran didinê. Tedawiyeke din nakin.

GER BEHSA PÊVAJOYEKE ERÊNÎ DIKIN…

Aytek got sererastkirin qanûn ya der barê girtiyan de girtiyên siyasî nahundirîne û got: “Bersiva erênî nedan serlêdana tu kesî.  Yanî dikare girtiyên nexweş bi şert berdin. Ji ber ku divê bên dermankirin. Li girtîgehan şert û merc tune ne.

Guler Aytek wiha pê de çû: “Ez bang  li AKP’ê dikim. Bila nexweşan berdin. Em careke din dibêjin. Berê gelek girtî ji ber ku tedawî nebûn mirin. Ger ku behsa pêvajoyeke erênî tê kirin bila girtiyan berdin.”

80 SALIYE, NABÎNE…

Hasan Aslanê 80 salî jî li girtîgeha Tîpa E ya Orduyê ye. ji 1992’an heta niha girtiye. Kurê wê Beşîr Aslan got: “ji xwe extiyare. Di demên dawî de pirsgirêkên mezin di çavê wî de hene. Bavê min êdî hema hema qet nabîne. Dewlet ger dixwaze vê xwînê rawestîne, kesên herî mezin bedel dane girtiyên nexweşin.  Ji bo vê berdana wan girînge. “