Malbatên girtiyan îro li pêşiya Wezareta Dadê bûn

Malbatên girtiyan li hemberî tecrîdê îro jî li pêşiya Wezareta Dadê bûn.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 141 roj in di greva birçîbûnê de ye. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan hatibû destpêkirin û 1’ê Adarê de belavî hemû girtîgehan bûbû jî, di roja 103’an de ye.

Ji bo pêkanîna daxwazên zarokên wan, malbatên girtiyan ji Stenbolê hatin Enqereyê û îro careke din li pêşiya Wezareta Dadê hatin ba hev. Malbat 3 roj in dixwazin bi rayedarên wezaretê re hevdîtinekê bikin lê daxwaza wan tê redkirin.

Malbat li pêşiya avahiyê li benda hevdîtinê ne.