Malbatên girtiyan: Heta tecrîd hebe em ê li kolanan bin!

Malabatên girtiyên di grevê de û gel, li dijî tecrîdê li ber xwe didin. Li Amed, Stenbol, Şirnex ciwan û malbat derketin kolanan, li Îzmîrê jî dayikan êrîş şermezar kirin.

AMED

Dayik û malbatên girtiyan ku ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê, bi rojane dixwazên li Parqa Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan çalakiya rûniştinê pêk bînin. Ligel ku ji aliye polisan ve tên astengkirin û rastî tundiya polisan tên îro jî vê israra xwe domandin û xwestin derbasî parqê bibin. Lê malbat îro jî bi astengiya polisan re rû bi rû man. Malbatên girtiyan ku di nav wan de parlamenterên HDP’ê yên Amedê Saliha Aydenîz, Remziye Tosûn û Semra Guzel jî hebûn, dema ku ber bi parqê ve dimeşiyan li Dûryana Batikentê ji aliyê polisan ve hatin dorpêçkirin û têketina wan a parqê hat astengkirin.

Polisan piştî ku dayika dorpêç kirin, nasnameyên wan kom kir û xwest di Lêgerîna Zanyariyên Giştî (GBT) re derbas bike. Dema dayikên girtiyan bertek nîşanî vê pêkanînê da polisan xwest careke din mudaxaleyî dayikan bike. Di vê kêliyê de welatiyekî ku navê wî nehat hînbûn, bi gotina; ‘Hûn çi dikin ew dayikên’ bertek nîşanî polîsan da, ji aliyê polisan ve destê wî bi paş ve hatin kelepçekirin û hat binçavkirin.

Malbat piştî ku li noqteya ku ji aliyê polisan ve hatin dorpeçkirin, çalakiya rûniştinê pêk anîn, ber bi bînaya Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) ve meşiyan. Malbatan di meşê de dûrişmeyên “Dayik çareseriyê dixwazin” , “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Polisan heta meşa malbatan bi dawî bû jî şopandina xwe domandin.

Li ber bînaya TÛAY-DER’ê li ser navê malbatan dayika bi navê Meymenet Boz ve daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku kurê wê Yûsûf Boz ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Dayika Meymenet bal kişand ser meha Remezanê û ev tişt anî ziman: “Em di bin vê tavê de bi rojî tên heta vir. Em êdî xwarin naxwin. Ji bo ku ji xwe re çareyek bibînim, ez xwe davêjim derve. wê heta kîngê bidome. Zarokên me li ber çavên me roj bi roj dihelin. Daxwazan rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Divê daxwaza wan pê re bê qebûlkirin. Ez bang li herkesî dikim. Kesên kezeba wan diişewite, werin piştgirî bidin têkoşîna me. Em naxwazin zarokên me bimirin.”

Piştî daxuyaniya dayika Meymenet, çalakiya malbatan bi dawî bû.

ŞIRNEX

Xizmên girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, piştî hevdîtina heftane li ber girtîgehê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hûseyîn Kaçmaz, rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî piştgirî dan xizmên girtiyan.

Kaçmaz li ser navê malbatan daxuyanî da û wiha axivî: “Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê niha 20 girtî di greva birçîbûnê dene. Tenê daxwazek wan heye. Dixwazin hikumet û dewlet qanûnên xwe yên heyîn bi cih bînin.”

Kaçmaz bal kişand ser êrîşên li dijî dayîkên girtiyan jî û wiha got: “Dayikên dixwazin li ber girtîgehan piştgiriyê bidin zarokên xwe rastî tundiyê tên. Dayik dixwazin bibin dengê zarokên xwe, rastî zext û êrîşan tên. Berdêla wê çi dibe bila bibe, emê piştgiriyê bidin rêhevalên xwe û xwedî wan derkevin. Daxwazên wan daxwazên me ne û emê vê daxwaza xwe tim bînin ziman. Heya ku grevên birçîbûnê dewam bikin, emê bên ber girtîgehan û daxwazên xwe bînin ziman.”

STENBOL

Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne ji bo xwedî li zarokên xwe derkevin li ber Girtîgeha Tîpa T a Umraniyeya Stenbolê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Malbat piştî ji hevdîtina li gel zarokên xwe derketin li ber hepsê çalakî li dar xistin. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Ümraniye destek dan malbatan.

Dayikan demek li ber hepsê çalakiya rûniştinê ya bêdeng li dar xistin û dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bila tecrîd rabe û Leyla bijî” berz kirin. Dayikan bi lîlandinê çalakiya xwe bi dawî kirin.

Parlamenter Şevîn Coşkun li ser navê malbatan daxuyanî da û diyar kir ku dayikên girtiyan ji Gebzeyê heta Bakirkoyê, ji Amedê heta Batmanê li gellek deveran dengê xwe radigihînin û çalakiya grevabirçîbûnê bi pêşengiya Leyla Guven hat destpêkirin veguherî rojiya mirinê.

Coşkun da zanîn ku daxwaza çalakgeran gellek zelal e û got: “Dixwazin ku gavek berê gavekê tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe. Ji bo vê yekê ez li vir bang li Wezîrê Dadê dikim. Qanûnên xwe yên heyî pêk bînin. Ez li vir bang li raya giştî jî dikim, dibe ku sibê pirr bibe dereng jî.”

Dayika Xalit Yavuz ê 70 roj in li hepsa Umraniyeyê di greva birçîbûnê de ye Ayşe Yavuz jî axivî û wiha got: “Ez hemû dayikên me li ber xwe didin silav dikim. Me îro zarokên xwe dît. Moralê hemûyan baş e. Wan moral dida me. Em îro ji bo zarokên xwe li vir in. Em naxwazin cenazeyên wan bi ser me ve werin. Ji bo zarokên me bijîn em ê li ber xwe bidin.”

ÎZMÎR

Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Îzmîrê şideta polîsan a li dijî dayikên girtiyan çalakî li dar dixin bi civîna çapemeniyê şermezar kir. Komîsyonê civîn li avahiya komeleyê li dar xist. Malbatên girtiyan û rêveberên HDP’ê destek dan daxuyaniyê. Rêvebera ŞaxaÎHD’ê Cemîle Karakaya da zanîn ku dayikên girtiyan ango dayikên laçik spî her ku li ber hepsan dibêjin aştî tên jopkirin, heqaret li wan tê kirin û bi erdê re tên kaşkirin.

Karakaya da anî ziman ku rengê spî ku remza aştiyê ye jî ketiye lîsteya qedexeyan û got: “Li dijî dayikan li her deverê şidet pêk tê. Her cûre şidet, êrîş û tacîz îşkence ye. Û îşkence jî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Divê demildest li vê şidetê dawî bê anîn.”