Malbatên Dag û Er li dijî îdamê bang li raya giştî kirin

Malbatên Mazlûm Dag û Abdûrahman Er ên ku li Başûrê Kurdistanê cezayê îdamê li wan hate birîn, bang li raya giştî kirin.

Di bûyera têkildarî kuştina rêveberê MÎT'ê Osman Kose de ya 17'ê Tîrmeha 2019'an a li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê, cezayê îdamê li Mazlûm Dag û Abdûrahman Er hatibû birîn. Malbatên Dag û Er bang li raya giştî kirin.

'ZERARÊ DIDE YEKPAREBÛNA KURDAN'

Malbatên Dag û Er ên li Swîsreyê ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê xwest ku biryara dane betal bikin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin.

Necmettîn Er û Mesût Alagaş bi navê malbatê axivî û diyar kir ku tevî saziyên Kurdan, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û rêxistinên civaka sivîl ew hewl didin li dijî biryara îdamê raya giştî biafirînin.

Necmettîn Er diyar kir ku biryara îdamê ya hikumeteke Kurd a li dijî ciwanên Kurd wê zerarê bide yekparebûna neteweya Kurd û got, "Kurd heta niha bi destê dijminan dihatin îdamkirin, lê niha rêveberiyeke Kurd biryara îdamê daye. Lê belê li dijî vê biryara şaş em ji raya giştî ya navneteweyî li hêviya piştgiriyê ne."

Bi navê malbatê daxuyanî hate dayin û hate gotin, "Di nava çend rojên bê de li Swîsreyê li dijî biryara îdamê wê înstiyatîfek bê avakirin."