Malbatên çalakgerên grevê serdana Konsolosxaneya Elman kirin
Malbatên girtiyên siyasî yên ku li dijî tecrîda Îmralî greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger didomin ji bo ketina tevgerê ya Ewropayê serdana Konsolosxaneya Elmanyayê kirin.
Malbatên girtiyên siyasî yên ku li dijî tecrîda Îmralî greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger didomin ji bo ketina tevgerê ya Ewropayê serdana Konsolosxaneya Elmanyayê kirin.
Malbatên çalakgerên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dengê xwe bigihînin Ewropayê serdana Konsolosxaneya Elmanya a li Tirkiyeyê kirin. Di nava kesên çûyîn konsolosxaneyê dayika Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç ku li Strasboûrgê di grevê de ya 88 salî Mîhriban Koç, xwişka wê Cahîde Yildirim, bira Vûral Koç û xwişka girtiyê siyasî Abdûllatîf Teymûr ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê 96 roj in di grevê de ye, Gulserem Yildirim heye.
DOSYAYA KU JI BO CPT HATIBÛ DAYÎN, HATE PÊŞKÊŞKIRIN
Malbatên çalakgeran bi endamê Platforma Hiqûqnasên Azadiyê (PHA) Parêzer Ahmet Baran Çelik û Dayikên Aşitiyê re çûn pêşiya Konsolosxaneya Elmanyayê. Bi hinceta ku ji bo hevdîtinê rendevû nehatiye girtin hevdîtina malbatan hate redkirin. Malbatan bi karmendê erkdarê konsolosxaneyê re daxwazên xwe bi rêya wergêr re ji wan re ragihand û têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê dosyaya ku ji bo CPT hatibû dayîn, pêşkêş kirin.