Malbatên çalakgeran çûn serdana Konsolosxaneya Fransayê

Çalakgerên ku ji bo rakirina tecrîda Îmraliyê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, malbatên wan ji bo ku saziyên Ewropayê têkevin nav hewldanan, li Stenbolê çûn serdana Konsolosxaneya Fransayê.

Mîhrîban Koç (88) a ku diya Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç e yê ku li Strasboûrgê di çalakiya greva birçîbûnê de ye û Fener Gûnana a ku xwişka Tûran Gunana ye ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê di nav heyetê de cih girtin.

Rêvebera Navenda Giştî ya Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) parêzer Raziye Tûrgût jî tevî malbatan çûn serdana konsolosxaneya Fransayê. Bi sedema ku randevû nehatiye stendin, hevdîtin hate redkirin. Malbat bi karmendekî li konsolosxaneyê re civiyan û daxwazên xwe ragihandin. Malbatan dosyeyek jî dan karmendê konsolosxaneyê ya ku berê pêşkêşî CPT’ê hatibû kirin.

Malbat berê jî ji bo dengê xwe bidin bihîstin çûbûn serdana Konsolosxaneya Elmanyayê ya li Stenbolê.