Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Malbatên berxwedêrên girtî li Kadikoyê meş pêk anî

Malbatên berxwedêrên girtî yên di greva birçîbûnê û rojiyamirinê de meşek pêk anî û banga bihîstiyariyê kirin.

Meş û çalakiyên ji bo balê bikêşin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên grevên birçîbûnmê didomin.

Duh, malbatên berxwedêran li navçeya Emînonu ya Stenbolê meşek pêk anîbû û polîsên Tirk xwe li malbatan ranegirtibû û êrîşî wan kiribû, rojnameger Zeynep Kuray jî di nav de gelek kes destgîr kiribûn.

Îro jî li Kadikoyê bi pêşengiya rêxistina HDP’ê ya navçeyê malbatên girtiyan, li ber Operaya Sureyya çalakiyek pêk anîn. Malbatên ku êlekên li ser wêneya Leyla Guvenê hebûn, bê navber “Leyla Guven rûmeta me ye” û li Kolana Bahariyeyê meşiyan.