Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Harî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo karibin hevdîtinê bikin serlêdaneke din kirin.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Harî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo karibin hevdîtinê bikin serlêdaneke din kirin.
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 38 meh in agahî jê nayê wergirtin, birayê wî Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Alî Konar birayê Omer Hayîr Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî bi heman daxwazê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.
Têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi cîhana derve re bi temamî hatiye qutkirin. Bersiv ji serlêdanên ji bo hevdîtinê re nayê dayin, carna jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê hatiye dayin.
Di navbera salên 2021-2024'an de li Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi 3 mehan gelek caran cezayê dîsîplînê hatin birîn û mafê hevdîtina bi malbatê re ji wan hate standin.
Li gorî parêzeran di 3'ê Gulanê de ji bo 6 mehan biryareke nû ya qedexekirina hevdîtinê hate birîn. Beriya vê jî herî dawî di 31'ê Cotmeha 2023'an de ji bo 6 mehan qedexeya hevdîtinê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû ferzkirin.
Bi biryara dawî ya qedexeyê re di nava 8 salên dawî de 13 caran ji bo 6 mehan qedexeya hevdîtinê li Abdullah Ocalan hate ferzkirin.