Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Nêzî du sal in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç tevî xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbata bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên Ocalan hefteyê du caran ji bo dîtina Ocalan serlêdanê dikin. Lê belê serlêdan bi rêk û pêk bêbersiv tê hiştin. Hin caran jî ji parêzeran re piştî bi mehan tê gotin ku cezayê dîsîplînê li Rêberê Gelê Kurd hatiye birîn û ji bo astengkirina hevdîtinan weke hincet tê nîşandan.