Malbata Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê serlêdan kirin

Bi mebesta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi girtiyên din re yên li Imraliyê hevdîtinê bikin malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Imraliyê yên Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin ku xizmên xwe bibînin.

Ocalan piştî 21 salan cara pêşî 27'ê Nîsanê karîbû bi telefonê bi malbata xwe re biaxive. 

Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivîbû. Her wiha girtiyên din jî piştî 2015'an, ku ew biribûn Imraliyê cara pêşî karîbûn ku bi malbatên xwe re bi telefonê biaxivin.