Malbata Leyla Şaylemez nobedarê vê hefteyê ye
Malbata şoreşgera ciwan Leyla Şaylemez ku li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hate kuştin, nobeda vê hefteyê ya li Strasbourgê ku ji bo azadiya Ocalan tê girtin, dewr girt.
Malbata şoreşgera ciwan Leyla Şaylemez ku li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hate kuştin, nobeda vê hefteyê ya li Strasbourgê ku ji bo azadiya Ocalan tê girtin, dewr girt.
Yek ji sê şoreşgerên ku 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin kuştin, Leyla Şaylemez e. Malbata Şaylemez vê hefteyê bû nobedarê nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê tê girtin. Bav Cûmalî Şaylemez, Ap Ahmet Şaylemez û dotmam û pismam Esra û Abdullah Şaylemez ji roja Yekşemê ve nobedê digirin.
'GELÊ KURD AŞTIYÊ DIXWAZE, LÊ TÊ KUŞTIN'
Bav Cûmalî Şaylemez destnîşan kir ku gelê Kurd cîhaneke ji gelek rengan dixwaze û got, "Li bexçeyekî çiqasî kulîlkên cihêreng hebin ewqasî xweş e." Şaylemez diyar kir ku li hemberî vê yekê, dijminên Kurdan dinyayeke bêyî Kurdan û Ocalan dixwazin.
'BI KOMKUJIYÊ WERE TEPISANDIN JÎ WÊ KURD SIBE DÎSA DAXWAZA AZADIYÊ BIKIN'
Şaylemez da xuyakirin ku PKK û gelê Kurd îro ji holê bên rakirin jî wê piştî 20 salan ji nû ve serî hildin û got, "Kî xwînê birijîne em ê wî mehkûm bikin. Kurd aştî û xwişk-biratiyê dixwazin. Lê belê bi zordariyê rijandina xwînê li ser tê ferzkirin."
'YA HERÎ RAST JI BO GELAN, HEVDÎTINÊN BI OCALAN RE Û AŞTÎ YE'
Cûmalî Şaylemez destnîşan kir ku gelê Kurd bi kuştin û komkujiyê naqede û got, "Ya herî biaqilane û divê were kirin ew e, ku bi Rêberê Gelê Kurd re li dora maseyê rûnên û aştiyê bikin. Bila di navbera gelên Kurd û Tirk de xwîn nejire, dayik nema bigirîn. Ji bo hemû gelan a herî rast ev e. Kî dibêje aştî, em li pişt wê/î ne."
Şaylemez bal kişand ser girîngiya azadiya Ocalan û bang li gelê Kurd kir ku bi vê armancê têbikoşe.
BERPIRSYARIYÊN KONSEYA EWROPA Û CPT ANÎ BÎRA WAN
Bi navê malbata Leyla Şaylemez, ap Ahmet Şaylemez mesaj da û diyar kir, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê her kes çalakiyan bikin. Ahmet Şaylemez bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê kir ku xwedî li nirxên xwe derkevin yên sedema hebûna we ne.
Şaylemez xwest, tecrîda li ser Ocalan tavilê were rakirin û li ser tenduristiya wî bi lezgînî agahî ji gelê Kurd re bê dayin.
Endama Komalên Ciwan Leyla Şaylemez roja 9'ê Çileya 2013'an, tevî yek ji pêşengên PKK'ê Sakîne Cansiz û yek ji dîplomatên Kurd Fîdan Dogan li Parisê hatibû kuştin.