Malbata ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan
Malbata Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo dîtina xizmên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbata Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo dîtina xizmên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildilrim û xwişka Veysî Aktaş Mehlîhe Çetîn û keça wê Eylem Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe serî li serdozgeriyê dan ku biçin xizmên xwe bibînin.
Ji 12'ê Tebaxê ve serlêdanên malbatên girtiyên li Îmraliyê tên redkirin.