Malbata Guler: Em kurê xwe, ewladê xwe, canê xwe dixwazin

Dayika Azîz Guler Elîf, bavê wî Mehmet û kekê wî Ersîn Ûmût Guler tevî parêzer Sînan Varlik mesaj dan û gotin, "Ti qanûn, biryar û rêvebername ji nirxên mirovahiyê ne hêjatir e."

Dayika Azîz Guler Elîf, bavê wî Mehmet û kekê wî Ersîn Ûmût Guler tevî parêzer Sînan Varlik mesajek dan. Malbata Guler got, "Em dixwazin cenazeyê kurê xwe-birayê xwe li Stenbol a malbat lê dijî, veşêrin. Lê belê hemû rayedarên me serî li wan dane dibêjin, ku ew qebûl nakin ti cenaze ji Rojava derbasî Tirkiyeyê bê kirin û ev yek biryara desteya wezîran e. Ti qanûn, biryar û rêvebername ji nirxên mirovahiyê ne hêjatir e."

Peyam bi vî rengî ye:

"Em kurê xwe, ewladê xwe, canê xwe dixwazin!

Me kurê xwe-birayê xwe Azîz Guler di 21'ê Îlona 2015'an de li Rojava winda kir. Cenazeyê wî niha li wir e.

Rayedarên dewlet-hikûmetê cenazeyê kurê me-birayê me nadin me. Azîz zarokekî vê axê ye. Li vê xakê ji dayik bû, mezin bû, xwend, xebitî, ji bo mirovên xizan têkoşiya.

Me niha ew winda kir.

Ruh û bedena wî, ancax li vê xaka lê ji dayik bûye û mezin bûye, li cem gel û hevalên xwe yên gelekî ji wan hez dikir, dikare bigihêje aramiyê.

Çawa ku me Azîzê xwe; dema dijiya bi tenê nehişt, dema winda kir jî em ê bi tenê nehêlin. Ji ber vê yekê em cenazeyê kurê xwe-birayê xwe dixwazin. Ji bo em wî her roj ziyaret bikin, ji bo hesreta xwe ya ji bo wî kêm be jî sivik bikin, ji bo wî her tim bi hezkirinê hembêz bikin, em bedena wî dixwazin.

Em dixwazin cenazeyê kurê xwe-birayê xwe li Stenbol a malbat lê dijî, veşêrin. Lê belê hemû rayedarên me serî li wan dane dibêjin, ku ew qebûl nakin ti cenaze ji Rojava derbasî Tirkiyeyê bê kirin û ev yek biryara desteya wezîran e. Ti qanûn, biryar û rêvebername ji nirxên mirovahiyê ne hêjatir e.

Bihêlin em êşa xwe bijîn. Hurmetê nîşanî êşa me bidin. Kêm be jî ji bo sivikkirina vê êşa me ya giran, kurê me bidin me.

Dayik: Elîf Guler

Bav: Mehmet Guler

Kek: Ersîn Ûmût Guler

Parêzer: Sînan Varlik"