Malbata cerdevanê ji alî HPG’ê ve hatibû girtin serî li ÎHD’ê d

Malbata cerdevanê ji alî HPG’ê ve hatibû girtin serî li ÎHD’ê d

Li navçeya Palu ya Elezîzê cerdevanê bi navê Yuksel Akarsu ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatibû girtin. Malbata Akarsu serî li ÎHD’a Elezîzê da.

Di 29’ê Nîsanê de li navçeya Palu a Elezîzê li gundê Bugudere cerdevan Yuksel Akarsu ji aliyê HPG’iyan ve hatibû girtin. Malbata Akarsu serî li ÎHD’ê da. Sekreterê ÎHD Mehmet Kîrkîn wiha got: “Daxwaza me eve ku di vê pêvajoyê de ev kes demek nêz de bê berdan.” Birayê Akarsu, Fuat Akarsu jî  diyar kir ku ji ber aboriyê di sala 2011’an de dest bi cerdevaniyê kirine û got ew dixwaze birayê wî di vê pêvajoyê de bê berdan. Her wiha got wî jî cerdevanî berdaye.