Malbata Şenyaşar: Wê teqez edalet pêk were

Malbata Şenyaşar a di berxwedanê de got “Wê edalet pêk were.”

Xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 722’yan de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî îro tev li çalakiyê bibe. Ferît Şenyaşar di serê sibehê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kir. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” hate daliqandin. 

Malbatê, têkildarî nobetê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Ji bo edaletê demekî nêz maye ku dozgerên rast ên vî welatî edaleta rast pêk bînin. Dema kesên xwe bi ser mirovan re dibînin çûn, wê demê wê dozger û serdozger jî ji deriyê edliyeyê bikevin hundir. Têkoşîna me ya heqîqetê ya li ber deriyê edliyeyê di roja 722’yan de berdewam dike.”