Malbata Şenyaşar bi CHP'ê re hevdîtin kir

Emîne Şenyaşar û kurên wê ku malbata wan ji aliyê parêzvanên Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'î ve hate kuştin, bi CHP'ê re hevdîtin kir.

Emîne Şenyaşar û kurên wê Ferît û Mehmet Şenyaşar ku hevser û 2 kurên wê ji aliyê parêzvan û xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'î ve li navçeya Pirsûs a Rihayê hatin kuştin, bi daxwaza edaletê li Enqereyê hevdîtinan dikin.

Malbata Şenyaşar doh bi Serokwekîlê Koma CHP'ê Engîn Altay re li Meclîsê hevdîtin kir. Malbat piştre bi Alîkara Serokê Giştî yê CHP'ê Emîn Gulîzar Emecan re jî rûnişt.

Ferît Şenyaşar diyar kir ku ew dixwazin bi saziyên fermî û saziyên civakî yên sivîl ên li Enqereyê re hevdîtinê bikin û komkujiya ku xizmên parlamenterê AKP'ê li Pirsûsê kir, vebêjin.

'SÊ KUŞTIN, YEK GIRTIN'

Emîne Şenyaşar jî daxwaza xwe ya edaletê dubare kir û xwest, kurê wê yê hatiye girtin bê berdan.

Emîne Şenyaşar got, "Sê kuştin, bila vî berdin. Bila bi ya Halîl (Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz) nekin. Kurê me sûcdar nîne, xizmên Halîl sûcdar in. Ji bilî komkujî û diziyê tiştekî li Pirsûsê nakin. Malbata me perîşan kirin. Êdî dengê me bibihîzin, kurê min li odeyekê bi tena serê xwe tê hiştin. Zarokên Celalê min sêwî man. Ya ku bi serê me ve hat bila bi serê Halîl ve jî bê. Heta ku kurê min neyê berdan ez ê ji Enqereyê neçim. Kurê min girtin, dest nedan zarokên Halîl. Bi xwîna zarokên min dîwarê nexweşxaneyê sewax kirin."

Malbata Şenyaşar wê saet di 14:00 de serdana Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bike.