Malbat roja Duşemê diçin Îmralî
Malbat roja Duşemê diçin Îmralî
Malbat roja Duşemê diçin Îmralî
Serlêdana ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û xizmên malbata 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F kiribûn, bersivek erênî girtin. Malbat dê roja Duşemê biçin Girava Îmralî.
Li gel birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê Cûmalî Karsu, Şêxmûs Poyraz û Heqî Alphan serlêdana ku li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê kiribûn, bersivek erênî girtin.
Piştî bersivek erênî birayê Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka Şêxmûs Poyraz Felek Cizlamaz, birayê Heqî Alphan Zulfu Alhan û warisê Cumarlî Karsû Perwîn Odûncû çav lê ye 1’ê Tirmehê roja Duşemê biçin Girava Îmralî.