Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Malbata Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Ocalan û malbatên girtiyên din, ji bo biçîn Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişk û xarziya Veysî Aktaş Melîhe Çetîn û Eylem Çetîn jî, ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriyê dan.

Malbatan herî dawî di 5’ê Hezîranê û 12'yê Tebaxa 2019'an de, hevdîtin bi xizmên xwe re kiribûn û ji wê rojê û vir ve hemû serlêdanên malbatan tên redkirin.