Malbat ji bo ku biçin Imraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imrayê serlêdana hevdîtinê kirin.

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û wasîsê wî Mazlûm Dînç, ji bo ku biçine Imraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Birayê girtiyên li Imraliyê Hamilî Yildirim, Omer Hayrî Konar û xwîşka Veysî Aktaş jî bi rêya parêzeran daxwaza hevdîtinê kirin.

Ji 15'ê Adarê û vir ve Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku bi rengê ''sekretarya'' çûbûne Imraliyê û ji 15'ê Tîrmeha 2015'an û vir e Hamilî Yildirim ê ku li Imraliyê girtî ye, cara pêşî 5'ê Hezîranê bi malbata xwe re dema cejnê hev dîtibûn.