Malbat ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo xizmên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasîsê Ocalan Mazlûm Dînç ji bo ku biçine Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Her wiha malbatên girtiyên li Îmraliyê Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi rêya parêzeran serlêdan kirin.

Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji 15'ê Adara 2015'an û vir ve 5'ê Hezîranê, 12'ê Tebaxa 2019'an û 2'yê Adara 2020'an xizmên xwe dîtibûn. Hamilî Yildirim jî ji 15'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve tenê 5'ê Hezîranê û 12'ê Tebaxa 2019'an malbata xwe dîtibû. Ji ber şewata li Îmraliyê li ser fikaran 2'yê Adarê hevdîtin hatibû kirin, ji ber ku dîdara Yildirim nexweş bû hevdîtin nehatibû kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 21 salan cara pêşî 27'ê Nîsanê mafê telefonê bi kar anîbû, girtiyên din ên li Îmraliyê ji 2015'an û vir ve cara pêşî eynî demê bi telefone bi malbatên xwe re axivîbûn.

Piştî mafê telefonê yê 21 salan 7''ê Îlonê qedexeya ji bo 6 mehan hatibû danîn.