Malbat ji bo hevdîtinê serlêdana xwe kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ji bo ku biçine Imrlaiyê serlêdana xwe kirin.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ji bo ku biçine Imrlaiyê serlêdana xwe kirin.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, xwîşka wî Fatma Ocalan û vasîsê wî Mazlûm Dînç, ji bo ku biçine Imraliyê bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Birayê yek ji girtiyê li Imraliyê Hamilî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwîşka Veysel Aktaş Sabîha Aslan bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Ocalan herî dawî 11'ê Îlona 2016'an birayê xwe Mehmet Ocalan dîtibû.