Malbat ji bo çûna Îmraliyê serîlêdan kirin
Malbat ji bo çûna Îmraliyê serîlêdan kirin
Malbat ji bo çûna Îmraliyê serîlêdan kirin
Xalê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Suleyman Arslan, kurxalê Ocalan Mehmet Arslan û malbata 2 girtiyên ku li Îmraliyê dimînin ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li dozgeriyê dan.
Xalê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Suleyman Arslan, kurxalê Ocalan Mehmet Arslan û xwîşka Şeymus Poyraz Felek Cizlamaz û birayê Cumalî Karsu, Hanîfî Karsu ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Ger ji bo daxwaza hevdîtinê bersiveke erênî bê dayîn, wê malbat roja duşemê biçin Girava Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin.
Suleyman Arslan demên borî jî ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li dozgeriyê dabû lê daxwaza wî hatibû redkirin. Cara duyemîn e, Suleyman Arslan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dide.