Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li rayedaran dan

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Girava Îmraliyê ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji malbata Rêberê Gelê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wesîsê wî Mazlum Dinç ji bo biçin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtin bikin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê Hamîlî Yildirim bira Polat Yildirim, ji malbata Omer Hayrî Konar birayê wî Emin Konar û ji malbata Veysi Aktaş xwişka wî Sabiha Aslan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.