Malbat hê jî li Enqereyê ne

Tevî baranê jî malbatên birîndarên mîtînga aştiyê li ber saziyan rawestiyane.

Tevî baranê jî malbatên birîndarên mîtînga aştiyê li ber saziyan rawestiyane.

Di êrîşa li hember “Mîtînga Aştiyê” de heta niha 128 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan jî birîndar hene. Malbatên li benda cenazeyên xwe ne li ber Tipa Edlî, xizmên birîndaran jî tevî barana dijwar jî li nexweşxaneyan sekna xwe didomînin. Ji doktorên Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Nûmûne ya Enqereyê Handan Aksoy diyar kir ku li baxçeyê nexweşxanê kon vedane, baranparêz li malbatan belav kirine û ji aliyê cihê li bimînin ve ti pirsgirêk tinene.


Her wiha, qismet malbatên li ber Tipa Edlî cenazeyên xwe girtin û vegeriyan bajarên xwe. Malbatên mane, tevî baranê jî di nav piştevaniyê de li kon hê jî rawestiyane.