Makîneya kuştinê: AKP -I

16 salên desthilatdariya AKP'ê bi kuştin û komkujiyên bi rêk û pêk derbas bûn. Bi înfaz û komkujiyan, bi deh hezaran kes hatin kuştin.

Erdogan û AKP, sala 2002'an sozên mezin dan civakê û bi vî rengî bûn desthilatdar. Bi îdîaya xwe ya li ser 'hewldnên demokratîkbûnê' destek ji hemû rewşenbîr û civaka sivîl xwest. Û destekek xurt jî girt. Yek ji taybetmendiyên bingehîn ên AKP'ê ku ji hikumetên beriya xwe cuda dike, ew e ku komkujiyên gelekî giran kiriye. AKP weke partiyê veguheriye makîneyeke kuştinê. Ji ber ku desthilatdariya xwe timî li ser rijandina xwînê meşand. Lewma di vê mijarê de sînoran nas nake.

Di nava 16 salan de 3 hezar û 500 sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin. Zêdeyî 700 ji van zarok in. 1532 kes di dema serdegirtina malan an jî li naverastê, 69 kes jî di binê çavan de hatin kuştin. Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû, Midûrê Karên Nivîsê yê Azadiya Welat Rohat Aktaş û Berpirsyarê Weşana Giştî ya Agosê Hrant Dînk jî di nav de 14 rojnamevan hatin kuştin.

Çend ji komkujî û nebaşiyên ku AKP'ê kiriye:

2004 qezaya trenê li Pamûkova. Sefera bi lez a trenê ya navbera Enqere-Stenbolê ku hê temam nebûbû, dest pê kir. Ji ber ku tren ji rê derket, 41 kes mirin. Wezîrê wê wextê yê ragihandinê Serokwezîrê niha Bînalî Yildirim bû.

10'ê Çileya 2007'an Berpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk li naverastê hate kuştin.

JI CEYLAN HETA BERKÎN

Li gundikê Xambaz ê gundê Şenlîk ê navçeya Licê ya Amedê, roja 28'ê Îlona 2009'an, ji ber hawana ku ji qereqolê hate avêtin, Ceylan Onkol a 12 salî ku pey diçêrand, parçe parçe bû. 16'ê Hezîrana 2013'an li Stenbolê ji ber kapsula gazê ya polîsan li serî ket, Berkîn Elvan (14) ket komayê û 11'ê Adara 2014'an jiyana xwe ji dest da. 28'ê Hezîrana 2013'an li Licê gel bi pankarta "Em aştiyê dixwazin" çêkirina qereqolê protesto kirin. Leşkeran gule lê reşandin û Medenî Yildirim (18) kuştin.

DESTPÊKÊ YADIN, PIŞTRE JÎ CENGÎZ

Xwendkarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem, 6'ê Kanûna 2009'an il Amedê di çalakiya şermezarkirina girtina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de ji aliyê polîsan ve hate kuştin. Kekê Erdem, rêveberê DBP'ê yê Qoserê Cengîz Erdem jî 12'ê Çileya 2016'an ji aliyê tîm^ne taybet ve di wesayita xwe de hate kuştin.

Polîsên ku erka bê sînor a kuştinê ji Erdogan girtin, 12'ê Gulana 2010'an li Mûglayê xwendekarê Kurd Şerzan Kûrt (21) ê li Xanîngeha Sıtkı Koçman dixwend, kuştin.

ERDHEJ Û NÊZÎKATIYA HIKUMETÊ

23'ê Cotmehê û 9'ê Mijdara 2011'an li Wanê ji ber erdhejê 644 kes mirin. Piştî erdheja destpêkê, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar ji gel re got, "Erdhej nema dibe, bikevin hundirê xaniyê xwe" û bû sedema mirina gelek mirovan.

BI BALAFIRÊN ŞER PITIKA 6 MEHÎ HATE KUŞTIN

Komkujiyên bi fermana Erdogan hatin kirin ne tenê li Bakurê Kurdistanê bûn. Balafirên şe rên Tirk ku gelek caran li Qendîlê bombe li gundan barandin, 21'ê Tebaxa 2011'an bombe li wesayiteke li ser rêya Kortekê barandin. Tevî pitika 6 mehî Solîn, malbata ji 7 kesan a di wesayitê de bi rengekî hov hatek uştin.

34 GUNDÎ PARÇE PARÇE KIRIN

28'ê Kanûna 2011'an, li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê, saet 21:20'î balafirên şer ên Tirk ên ji Amedê rabûn, bombe li 34 Kurdên sivîl barandin ku çixare û mazot ji Başûr dianîn û piraniya wan zarok bûn. Bi sedan bombeyên giran li wan hatin barandin û hemû hatin kuştin. Gundiyan hewl dan cesedên zarokên xwe yên parçe parçe bûne, bidin hev.

KOMKUJIYA PLANKIRÎ: REYHANLI

11'ê Gulana 2013'an li navçeya Reyhanli ya li ser sînorê Sûriyeyê, di Komkujiya Reyhanliyê de 54 kes ji ber êrîşa bombeyî hatin kuştin. Piştî vê komkujiyê şîn jî nehat ragihandin. Erdogan ancax piştî du hefteyan çû Reyhanliyê. Weşandina nûçeyên li ser komkujiyê hate qedexekirin.

22 JÊ ZAROK 165 KURD LI SER SÎNOR HATIN KUŞTIN

Di serdema Erdogan de kuştina li ser sînor bi rêk û pêk hate kirin. Hêzên dewleta Tirk ku sînor ji çeteyên DAÎŞ'ê vedikirin ji bo êrîşî Rojava bikin, 165 Kurd ku 22 zarok bûn, ji ber ku hewl dan derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, kuştin.

ÊRÎŞÊN BÊ SÎNOR ÊN PÊVAJOYA HEZÎRANÊ

Di pêvajoya Raperîna Hezîranê de ku 31'ê Gulana 2013'an dest pê kir, 8 berxwedêr Mehmet, Abdullah, Ethem, Medenî, Berkîn, Alî Îsmaîl, Hasan Ferît û Ahmet ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Zêdeyî 10 hezar berxwedêr birîndar bûn. Tayyîp Erdogan ji bo êrîşa polîsan got, "min ferman êrîşê da".

LI SOMAYÊ 301 KARKERÊN MADENÊ HATIN KUŞTIN

13'ê Gulana 2014'an di Komkujiya Somayê de 301 karkerên madenê bûn qurbana komkujiyên kar. Tayyîp Erdogan der barê komkujiyê de got, "Di kar de normal e ku tiştên bi vî rengî bibe".

JI BO KOBANÊ BIKEVE KOMKUJÎ KIR

Di serhildana Kobanê ya 6-7'ê Cotmeha 2017'an de, polîs û çeteyên paramîlîter bi hev re tevgeriyan û 54 kes kuştin.

LI ERMENEKÊ 18 KARKERÊN MADENÊ HATIN KUŞTIN

28'ê Cotmeha 2014'an di Komkujiya Ermenekê de 18 karkerên madenê hatin kuştin.