MAK’ê li Amedê çalakî li dar xist

Milîsên MAK’ê li Amedê stasyona bazê ya dewleta Tirk a dagirker îmha kir.

ÇALAKIYA MILÎSÊN MAK'Ê

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku milîsên wan 27’ê Îlonê di saet 19.00’an de li Qada Şehîd Remzî ya di navbera gundên Paçar û Barav yên navçeya Lice ya Amedê de li hemberî navenda teknîkê ya dewleta Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. MAK’ê diyar kir ku ev cihê Navenda Bazê ya ji bo pergalên mobesse û fotokapanê yên ku li herêmê hatine bicîh kirin herikîna daneyê peyda dike. MAK’ê anî ziman ku dagirker bi rêya vê navendê dîmen û agahiyên ji herêmê digirin, li dijî gerîlayên azadiyê û gelê me êrîşan pêk tînin û got: “Navend ji aliyê milîsên me ve hatiye şewitandin û hatiye îmhakirin. Em ê hemû teknîka dagirkeran ji Kurdistanê rakin.”

Di daxuyaniya xwe de MAK’ê ev bang kir:

“Li dijî komployê em pêngava çalakiyan ya ‘Ji Rêber Apo re azadî’ didin dest pê kirin. Weke Milîsên Azadiya Kurdistanê, em ê hesab ji komplogeran û dagirkeran bixwazin û banga agirê tolhildanê li hemû qadan belav bikin. Hemû çalakiyên li dijî rejîma faşîst û hovane ya ku li dijî Rêber Apo êrîşên dermirovî pêktînin rewan e. Werin em jiyanê li yên êrîşî azadiya me dikin veguherînin dojehê û berxwedana xwe bigihînin serketinê.”