MAK’ê li Amed û Geverê li bazirganên tiryakê û dagirkeran xist
Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK) ragihand ku li dijî operasyonên siyasî û leşkerî yên dewleta Tirk, li Amed û Geverê bi teqemeniyan li bazirganên tiryakê û dagirkeran xistin
Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK) ragihand ku li dijî operasyonên siyasî û leşkerî yên dewleta Tirk, li Amed û Geverê bi teqemeniyan li bazirganên tiryakê û dagirkeran xistin
Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK) daxuyaniyek da û got: “20-21’ê Gulanê milîsên me li semtên Alîpaşa û Ben û sen ên girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê, li dijî çeteyên ku fûhûş û tiryakê belavî derdor dikin, çalakî kirin.
Milîsên me bi teqemeniyên bi dest hatine çêkirin, li çeteyan xist. Di çalakiyê de kesekî ku bazariya tiryakê dike, ji aliyê milîsên me ve hatiye cezakirin, bi rengekî birîndar bi ambûlansê hatiye rakirina nexweşxaneyê. Milîsên me piştî çalakiyê li ser dîwaran nivîsên li dijî şerê taybet, nivîsandine.”
MAK’ê ragihand ku 21’ê Gulanê di derdora saet 22.00’an de li navçeya Gever a Colemêrgê “li dijî qadeke leşkerî çalakî kirine” û got: “Dema ku sewqiyata leşkerî ji bo Başûrê Kurdistanê dihat kirin, milîsên me bi teqemeniyên bi dest hatine çêkirin li dijî qadeke leşkerî çalakî lidar xistin ku polîs jî li wir bi cih bûbûn. Di encama çalakiyê de dengên teqînê bilind bûn û tirseke mezin kete dilê dagirkeran.”
MAK’ê got, “Ciwanên Kurd ên leheng divê li dijî şerê taybet û qirkirinê, li her qada ku lê ye xwe û derdora xwe bi rêxistin bike” û ev hişyarî da: “Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst li ser xaka Kurdistanê jiyaneke bêexlaq ferz dike, jiyan û siberojeke qirêj li ciwanên Kurd ferz dike. Em ê çavê xwe li rejîma faşîst û çeteyên wê yên dest bi xwîn negirin.”