Mahîr û Şengalî li Orebroyê hatin bîranîn
Ji fermandarên HPG'ê yê li Dersimê şehîd bû Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban) û Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ê li Şengalê ji ber êrîşa dewleta Tirk şehîd bû, li bajarê orebro yê Swêdê hatin bîranîn.
Ji fermandarên HPG'ê yê li Dersimê şehîd bû Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban) û Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ê li Şengalê ji ber êrîşa dewleta Tirk şehîd bû, li bajarê orebro yê Swêdê hatin bîranîn.
Civîna bîranînê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Orebroyê hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir ku dewleta Tirk a ji ber krîza aboriyê ji hal ketiye û tengav bûye, êrîşên xwe yên li dijî Kurdan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şidandiye.
Kartal da xuyakirin ku dewleta Tirk ji têkoşîna gelê Kurd bi taybetî ji serketina şoreşa Rojava gelekî ditirse û got, dewleta Tirk wê neçar bimîne ku di demeke nêz de tevî çeteyên DAÎŞ'ê ji Sûriyeyê vekişe.
Kartal destnîşan kir, serketinên li Kurdistanê bi taybetî li Rojava bi saya fedakariya şehîdan pêk hatine û bang li Kurdistaniyan kir ku bi biryardariya Şengalî û Mahîr li dora têkoşînê bicivin.