Mafên Karkeran di nava 22 salan de ji holê rabûn

Li gorî Endeksa Mafên Global a sala 2024'an, Tirkiye ji aliyê mafên karkeran ve di nava 10 welatên herî nebaş de ye. Ji dema destpêkirina desthilatdariya AKP'ê û vir ve mafên karkeran hatin desteserkirin.

MAFÊN KARKERAN

Endeksa Mafên Global a ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Navneteweyî (ITUC) ve hate amadekirin, nîşan dide ku li Tirkiyeyê bi rêk û pêk êriş li ser mafên karkeran tê kirin.

Li gorî heman endeksê ji aliyê mafên bingehîn ên demokratîk ve rewşa gelek welatan nebaş bûye. Ji bo karkeran 10 welatên herî nebaş bi vî rengî ne: Bangladeş, Belarûs, Ekvador, Esvatînî, Fîlîpîn, Gûatemala, Misir, Myanmar, Tûnis û Tirkiye. Ewropa ku beriya niha di endeksê de herêma herî baş bû, nota wê di sala 2024'an de kêm bû. Di nava 10 salên dawî li Ewropayê mafên karkeran bi lez nebaş bû. Ji bo karkeran herêma herî nebaş jî Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê ye. Li vê herêmê peymana civakî û mafê endametiya li sendîkayê tê binpêkirin.

ITUC ku li 167 welatan 191 milyon karkerî temsîl dike, di rapora xwe ya dawî de ragihand ku mafê peymana civakî û grevê, avakirina sendîkayê û endametiya li sendîkayê yên karkeran têne binpêkirin. Her wiha mafê karkeran ê peydakirina edaletê jî tê astengkirin. Karkerên ku azadiya îfadeyê û azadiya wan a şermezarkirinê tê astengkirin, dema ku li mafên xwe digerin ya têne binçavkirin û girtin, ya jî li tundiyê rast tên.

NE TENÊ DI NAVA 10 SALÊN DAWÎ DE

Tirkiye ji sala 2016'an û vir ve ji aliyê mafên karkeran ve di nava 10 welatên herî nebaş de ye. Par di lêkolîneke DÎSK-AR'ê de ku bi navê 'Di dema AKP'ê de û di Rejîma Serokatiyê de karkeran çi ji dest dan? (2002-2023)' hate amadekirin, mafên ku karkeran di nava 21 salên dawî de ji dest dan hate nîşandan. Di raporê de işaret bi van mijarên di dema hikumeta AKP û serokatiya bi tîpa Tirk hate kirin: Têkliiyên parvekirinê û parvekirina hatineyê, sendîkabûyîn, bazara giştî, grev, ewlekariya civakî û teqawîtbûyîn, bêkarî, peydakirina derfetên kar, tenduristiya kar, ewlekariya kar, taybetîkirin, taşeronbûyîn, bac, OHAL û şewb.

PARA KEDÊ DI NAVA 'HATINEYA NETEWEYÎ' DE

Beriya dema serokatiyê para kedê ya di nava 'hatineya neteweyî' de ji sedî 35,3 bû, di sala 2022'an daket ji sedî 25,2. Li hemberî vê yekê para semayeyê ya di nava 'hatineya neteweyî' de beriya rejîma serokatiyê ji sedî 48 bû, di sala 2022'an de bû ji sedî 56,7. Li gorî daneyên dawî para dayina hêza kar a li nava 'hatineya neteweyî' di sala 2022'an de ji sedî 24,7 bû, di sala 2023'an de bû ji sedî 29,7.

MÛÇEYÊ KÊMTIRÎN

Mûçeyê kêmtirîn ku bi milyonan mirovî eleqedar dike û hate ragihandin ku wê neyê zêdekirin, di dema AKP'ê de veguherî mûçeyê nîvekê. Mînak mûçeyê kêmtirî di sala 2005'an de derdora ji sedî 46 bû, di sala 2020'î de bû ji sedî 60.

KARKER GELEKÎ XEBITÎN LÊ KÊM QEZENÇ KIR

Berhemdariya di hilberînê de ji sala 2009'an û vir ve bi 60 pûanî zêde bû. Di dema hikumetên AKP'ê de karker hîn bêhtir xebitîn û hilberandin, lê belê hîn kêm qezenç kirin.

Enflasyon bi taybetî piştî hilbijartinên giştî yên 2023'an guherî, bi rêveberiya Mehmet Şîmşek hîn bêhtir zêde bû. Di Kanûna 2002'an de ku AKP hingî bû desthilatdar enflasyona fermî ji sedî 29,7 bû, di Hezîrana 2024'an de bû ji sedî 74,98.

DI BINÊ BARÊ BACÊ DE ECIQÎN

Di dema AKP'ê de tiştekî din ê ku zêde bû bac bû. Bacên neyekser di sala 1990'î de ji sedî 48, di sala 2000'î de ji sedî 59 bû, lê di sala 2022'an de bû ji sedî 64. Baca ku di ser qezencê re tê bi destxistin di sala 1990'î de ji sedî 52, di sala 2000'î de ji sedî 41 bû, baca neyekser jî ji sedî 33 bû. Di dema AKP'ê de xebatkar di binê barê bacê de eciqî.

BÊKAR ZÊDE BÛN

Di dema AKP'ê de li gel daneyên kêm ên TUÎK'ê jî bêkarî zêde bû. Di çaryeka sêyemîn a sala 2002'an de rêjeya bêkarên teng têne pênasekirin ji sedî 9,6 bû, rêjeya bêkarên berfireh têne pênasekirin jî ji sedî 15,3 bû. Encamên Lêkolîna Hêza Kar a Malê ya Nîsana 2024'an a TUÎK'ê di 10'ê Hezîrana 2024'an de hatin eşkerekirin. Rêjeya bêkarên teng têne pênasekirin dûrî bandora demsalî ji sedî 8,5, rêjeya bêkarên bi pênaseya berfireh dûrî ji bandora demsalê ji sedî 27,2 bû. Li gorî DÎSK-AR'ê rêjeya bêkarên bi pênaseya berfireh ji sedî 27,2 yanî gihîşt 10 milyon û 712 hezar kesî.

MAFÊ GREVÊ JI HOLÊ HATE RAKIRIN

Di dema AKP'ê de mafê grevê hema bibêje bi temamî ji holê hate rakirin. Hejmara bêkarên tevlî grevê bûn ji sala 1963'an û vir ve daket asta herî kêm. Hikumetên AKP'ê çarçoveya taloqkirina grevê (qedexekirin) berfireh kirin. Di dema AKP'ê de 20 biryarnameyên taloqkirina grevê hatin weşandin û greva zêdeyî 195 hezar karkerî hate qedexekirin.

33 HEZAR KARKER LI SER KAR JIYANA XWE JI DEST DAN

Di desthlatdariya 22 salan a AKP'ê de li gorî raporên Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlekariya Kar (ÎSÎG) 33 hezar karker li ser kar mirin. Di dema AKP'ê de herî kêm 907 'karkerên zarok' jiyana xwe ji dest dan.